DEM Partî ji bo Cejna Zimanê Kurdî dê çalakiyan li dar bixe

09-05-2024
RÛDAW
Hevberdevkê Komîsyona Çand û Zimên ê DEM Partiyê Heval Dilbihar ji Rûdawê re axivî
Hevberdevkê Komîsyona Çand û Zimên ê DEM Partiyê Heval Dilbihar ji Rûdawê re axivî
Nîşan DEM Partî Cejna Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partî û çend sazî û dezgehên din dê bernameyeke taybet ji bo Cejna Zimanê Kurdî li dar bixin.

Bername û çalakiyên DEM Partiyê yên Cejna Zimanê Kurdî îro dest pê dikin.

Li gorî zanyariyan Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Wêjevanên Kurd, Peymangeha Kurd a Amedê, Kovara DESTARê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî), Tevgera Jinên Azad  û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê bi hevkarî vê bernameyê bi rê ve dibin.

Bername li navenda Amedê û navçeyên wê Pasûr, Farqîn, Licê, Pîran û Hezroyê tê lidarxistin.

Îro temamiya bernameyê li Birca Keçikê ya navçeya Sûrê tê ragihandin.

Cejna Zimanê Kurdî 15ê mehê ye ku sala 1932an di wê rojê de Kovara Hawarê bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan li Şamê hatiye derxistin.

Taybetmendîya Kovara Hawarê ew bû ku cara yekemîn zimanê Kurdî bi tîpên Latînî hat nivîsandin û xwendin.

Ji ber vê yekê her sal 15ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Hevberdevkê Komîsyona Çand û Zimên ê DEM Partiyê Heval Dilbihar jî di derbarê çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî de ji Rûdawê re axivî.

Dilbihar amaje bi wê yekê kir ku dorpêçeke mezin li ser zimanê Kurdî heye û ew dixwazin dorpêçê nehêlin û zimanê Kurdî ji eywanan derkeve.

“Em dê li hemû bajaran bernameyan li dar bixin”

Heval Dilbihar behsa awayê çalakiyan jî kir û wiha got:

“Em dê li 10- 15 bajaran bi partiyan û komeleyên ku li ser zimên dixebitin re bernameyan li dar bixin.

DEM Partî û DBP dê pêşengiya çalakiyan bikin.

Dê li hemû bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çalakiyên me hebin.

Kurdî hatiye dorpêçkirin û roj bi roj asîmîlasyon tê berfirehkirin.

Armanca me rakirina dorpêçê ye.

Armanca me ew e ku zimanê Kurdî li her tax û gund û bajarên Kurdan belav bikin.

Em dê bernameyên cûr bi cûr li dar bixin û dê heta 1ê Hezîranê berdewam bikin.

Em dê li qadan çalakiyan li dar bixin.

Em dê mîhrîcanên çand û zimanê Kurdî li dar bixin.

Li Wanê jî dê Festîvala Zimanê Kurdî were lidarxistin.

Me li Enqereyê jî plan heye. Em dê li parlamentoyê jî çalakiyan li dar bixin.

Parlamenterên me dê daxwaza perwerdeya bi zimanê Kurdî bikin.

Parlamenterên me dê pankartên bi Kurdî bilind bikin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

2 malbatên ji Qamişloyê 3 roj in li ser cadeyan mane / Wêne: Rûdaw

HEWLÊR- 2 malbatên ji Qamişloyê 3 roj in li ser cadeyan mane

2 malbatên ji Rojavayê Kurdistanê yên niçtecihê Bexdayê ne dema tên Hewlêrê li Rêbenda Şêrawayê hatine sekinandin û 3 roj in li ser cadeyan e