Heta niha li gorî wan belgeyên ku hatine dîtin û îşaretê bi qonaxa yekem a akincîbûna mirovan dikin, navçeya Çemçemalê ji aliyê dîrokî ve wekî kevintirîn herêma cîhanê tê hesibandin ku mirovahî ji serdema rav û nêçîrvanî û şivantiyê derbasî qonaxa çandiniyê bûye û wargeha yekem a akincîbûna mirovan li Çermoyê dest pê kiriye.
Her wiha li gorî şûnwar û belgeyên din ên dîrokî yên herêmê, wekî Pîryadî û Ban Muxan, ateşgeh û dêrên ayînên kevn, dîtina çendîn goristanan ku mirî bi şêwazên cuda ji kevneşopiya Îslamî hatine veşartin, îşaretê bi berdewamiya avadaniyê li vê herêmê dikin û vê yekê îsbat dikin ku li devera Çemçemalê jiyan bi berdewamî û di hemû serdeman de hebûye.
Bajar bi xwe jî, ango Çemçemal, ew jî xwedî dîrokeke kevnar e. Di çavkaniyên kevn de navê wê bi çendîn navên cuda hatiye. Saziyên pêbawer ên şûnwarên cîhanê, di encama kolan û lêgerînên zanistî de, dîroka Keleha Çemçemalê û jiyana tê de vedigerînin serdema dawiya Kaşî û Asûriyan.
James Rich jî berî 200 salan şevekê li Çemçemalê maye û di gernameya xwe de tomar kiriye ku li gorî belge û şûnwarên ku di kelehê de dîtine dîroka wê vedigerîne serdema Sasaniyan.
Ango ew bajar ji aliyê dîrokî ve xwedî girîngiyeke pir mezin e ji bo Kurdistanê. Ji aliyê samanên xwezayî û pêgeha aborî ve, xwediyê rezerva herî mezin a petrol û gaza xwezayî ye. Vêga çavkaniya hilberîna elektrîka Kurdistanê ye û ji bo pêşerojê jî dê bibe çavkaniya sermiyaneke girîng.
Ji aliyê potansiyela mirovî, çandî û civakî ve bajarê pêgihandin û hilberînê ye. Di hemû qadên jiyanê de bi dehan kesên jêhatî lê rabûne ku xizmetên mezin ji Kurd û Kurdistanê re kirine.
Di fedakarî û têkoşîna ji bo azadiyê de, di rêza herî pêş a hemû herêman de bûye. Li hemberî vê rol û pêgeha dîrokî, aborî, çandî û civakî, bajarek e ku ne tenê bi qasî pêwîst xizmet jê re nehatiye kirin, belkî bi berdewamî hatiye paşguhkirin û xedir jî lê hatiye kirin. Eger ne ji zindîbûna bajêr bi xwe bûya ji zû ve bibû wêraneyek.
Yek ji pirsgirêkên bingehîn ên vî bajarî çavkaniya ava wê ya vexwarinê ye. Cihê wê yê jeografîk ji bo bajarekî mezin nehatiye çêkirin. Di destpêkê de ji çend malan û di navbera du çeman de û nêzîkî kanî û cihokan, li berpala bilindahiyên Ban Muxanê wekî gundekî hatiye avakirin.
Ev jî,wekî bingeha her gund û bajar û bajarokên din ên Kurdistan û cîhanê, di destpêkê de avadaniyeke biçûk bûye lê ji ber ku li ser rêya karwanan bû ji Şarezûrê ber bi Kerkûkê ve ji gundên derdora xwe zûtir geş û mezin bûye û gel berê xwe dayê û bi pêş ketiye.
Li gel mezinbûna wê û zêdebûna hejmara niştecihan, hêdî hêdî pirsgirêka kêmaviyê jî derketiye holê. Çavkaniyên ku di çem, kanî, cihok û bîrên avê yên malan de hebûn, bi wê geşedana bilez a bajêr re ne paralel bûn.
Bi taybetî jî ji aliyekî ve ji ber siyaseta Erebkirina Kerkûkê, ji salên şêstî ve koçberên Kerkûkê ber bi Çemçemalê ve hatin veguhastin.
Di nîveka salên heştêyî de jî pêvajoya valakirina gundan û paşê jî di pêvajoya Enfalê de, hemû gund û nahiyeyên derdorê hatin valakirin û yên ku ji Enfalê rizgar bûn, li Çemçemalê hatin bicihkirin. Bajar çend caran ji mezinahiya xwe mezintir bû, bêyî ku çavkaniyên dabînkirina ava vexwarinê bên berfirehkirin.
Têkildarî pirsgirêka kêmaviya Çemçemalê, tiştê ku di dîroka edebiyata vî bajarî de hatiye tomarkirin, nexasim ji salên çilî yên sedsala borî ve, di serdema Şakir Fetah di rojnameya Çemçemalê de behsa wê yekê hatiye kirin ku di demsala havînê de pirsgirêka kêmaviyê pirsgirêka sereke ya bajêr e.
Di pirtûka xwe ya (Xewna Dayika Min û Şoreşa Me) de, Şiwanê Qadir serpêhatiyekê vedibêje: (Ehmed Mela Kerîm) ku li Kerkûkê mamoste bû, di salên heştêyî sedsala borî de xwe ji bo endamtiya Parlamentoya Îraqê berbijêr kiriye û ji bo komkirina dengan hatiye Çemçemalê. Civîneke cemawerî li dar xistiye û di civînê de daxwaz kiriye ku şêniyên Çemçemalê dengê xwe bidin wî.
Welatiyên bajêr jê re gotine ku ev çendîn sal in pirsgirêka avê li bajarê me heye, eger tu soza çareserkirina pirsgirêka bêaviyê bidî me, em jî soz didin ku dengê me ji bo te be.
Berbijêr soz dide ku eger daniştvanên Çemçemalê dengê xwe bidin wî û ew bibe endamê parlamentoyê, ew dê wisa li bajarê Çemçemalê bike ku wek bajarê (Venedîkê) mal bi mal bi belemê çûn û hatinê bikin. Nizanim wê demê ew bû parlamenter an na lê ji wê demê ve derewan li şêniyên Çemçemalê dikin.
Di sala 2000î de jî, dema ku Herêma Kurdistanê du-îdareyî bû, li sînorê îdareya Silêmaniyê biryara hilbijartina encûmenên şaredariyan hat dayîn. Wê demê li Çemçemalê rikaberî di navbera lîsteya Yekîtiya Nîştimanî (YNK) û Yekgirtûya Îslamî de bû.
Bala lîsteya YNKyê û soza wan a mezin ji bo bajêr ev bû ku "Bi tevir û bêran be jî, em dê ava Goptepeyê bikişînin Çemçemalê." Çaryek sedsal di ser wê sozê re jî derbas bû û roj bi roj bajar tîtir dibe.
Îsal ji ber ku rêjeya baranê li gorî salên borî kêmtir bû, ev pirsgirêk beriya demsala havînê derket holê. Eger bi vî rengî bidome, dê van çend mehan jiyan li wî bajarî zehmet bibe.
Niştecihên wê bi piranî merivên Enfalê ne, şiyan û dahata xelkê sînordar e, nikarin rojane neçar bimînin bi pereyan avê bikirin. Divê hikûmet xwedî planeke çareseriya bilez be ji bo rizgarkirina wan sed hezar kesan.
Projeya Ava Goptepe-Çemçemalê, dikare wekî çareseriyeke stratejîk were dîtin. Her çend niha dest bi cîbicîkirina wê hatiye kirin û di qonaxên destpêkê de ye jî lê cîbicîkirina wê demeke bêhtir dixwaze û di rewşa herî baş de dê havîna sala bê bi dawî bibe.
Nabe bi hêviya sala bê, van çend mehên havînê şêniyên Çemçemalê bi vê rewşa niha re bên hiştin. Ti wijdan vê yekê qebûl nake ku her 15 rojan carekê avê bidin malên Çemçemalê. Merivên Enfalê neçar bimînin wî nîvmeaşê xwe yê kêm ji bo kirîna avê terxan bikin.
Tişta ku niha wekî çavkaniya avê bajêr pişta xwe pê girê dide du proje ne: Ya yekem çend bîrên irtiwazî ne li Ban Muxanê, ya duyem jî şaxek ji projeya ava Dûkan-Silêmanî ye ku ji Taslûceyê ji bo Çemçemalê hatiye veqetandin.
Eger ev her du çavkanî baş bên birêvebirin, bi neçarî dê heta ku projeya ava Goptepe-Çemçemalê bi dawî bibe, têra bajêr bike lê pirsgirêk ew e ku destdirêjî li ser van herd u projeyan jî hatiye kirin û beşeke mezin jê tê dizîn ku ev xedreke mezin e li Çemçemalê tê kirin.
Ji Taslûceyê heta ku digihîje depoya ava Çemçemalê, li çendîn cihan boriya veguhestina avê hatiye qulkirin. Wekî tê gotin, bax, hewzên masiyan, zeviyên mirîşkan û çendîn projeyên din li ser hatine çêkirin.
Her wiha hinek bîrên Ban Muxanê jî ji aliyê kesên destdirêj û desthilatdaran ve hatine desteserkirin. Pirsgirêk ew e ku hin kes hene li wî sînorî ku di pratîkê de ji berpirsên îdarî yên hikûmetê desthilatdartir in, ango di ser yasayê re ne. Hêza hikûmetê li ser wan nameşe û nikare wan destdirêjiyên ku li ser ava Çemçemalê kirine rawestîne.
Yekane kesê ku dikare vê pirsgirêkê çareser bike û di derbaskirina krîza ava Çemçemalê de bibe alîkar, heta ku ava Goptepeyê bigihîje bajêr Birêz Bafil Talebanî ye.
Ew dikare hêzekê erkdar bike ji bo rakirina wan destdirêjiyên ku li ser boriya avê hatine kirin. Tenê û tenê bi kesekî wekî wî ev pirsgirêk tê çareserkirin, nexwe rêveberiya wê herêmê nikare rûbirûyî wan kesan bibe yên ku destdirêjî li ser ava Çemçemalê kirine.
Ji ber vê yekê, ez daxwaz dikim ku şêniyên Çemçemal û şoreşê (ez behsa gel dikim, ne desthilatdarên wî) hawara xwe bibin bal Talebaniyê kur.
(Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Tora Medyayî ya Rûdawê tenê nivîsê diweşîne.)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse