Hewlêr (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê, serdemeke nû ya podcastên xwe bi hejmarek podcastên din ên balkêş ên zanistî, perwerdeyî, edebî, dîrokî, civakî, aborî, siyasî, nûçe û tenduristiyê da destpêkirin ku ji aliyê kesên pispor û bi ezmûn ve tên amadekirin û pêşkêşkirin.
9ê Îlona 2025an, serdema nû ya podcastên Rûdawê dest pê dike. Di vê serdemê de, Rûdaw dê heftane 18 podcastên curbicur li ser platformên cîhanî yên podcastan belav bike.
Podcastên Rûdawê, ji bilî malpera "podcast.rudaw.net", li ser hejmarek platformên cîhanî yên navdar ên podcastan jî hene.
Hûn dikarin çawa guhdarî bikin?
Li ser aplîkasyona Apple Podcastê di beşa lêgerînê de "Rudaw" an "Rudaw Podcast" binivîsin, hûn dê podcastên Rûdawê bibînin. Her wiha, guhdarên Rûdawê dikarin li ser Podcast Index, Amazon Music û Spotify jî li podcastên Rûdawê bigerin.
Ji bo kesên ku sîstema mobîlên wan Android e, dikarin li ser van platforman guhdarî bikin: iHeart, Pocket Casts, Castbox û Podcast Addict.
Ji bilî van platforman, rojane di çend demên cuda de podcastên Rûdawê li ser Radyoya Rûdawê li ser pêlên 102.7-102.9 tên weşandin.
Di heman demê de, li ser platformên Facebook û YouTubeyê li ser kanala Radyoya Rûdawê jî berdest in.
Ezmûna hilberîna podcastan yekem car di nav medyaya Kurdî de ji aliyê Tora Medyayî ya Rûdawê ve di sala 2023an de bi awayekî berfireh dest pê kir û niha serdema pêncem a weşana podcastan dest pê dike.
Podcastên Rûdawê rastî pêşwaziyeke berbiçav a guhdaran li seranserê cîhanê hatine û di çar werzên borî de bi sed milyonan caran hatine dîtin û guhdarîkirin.
.jpg)
Rûyê Duyem
Helbest cureya herî xweşik û bi hest a nav edebiyatê be jî, yek ji stûnên herî girîng ên vê cîhana berfireh e. "Rûyê Duyem" podcasteke edebî û diyalogî ye ku Ferman Salih heftane bi mêvandariya helbestvanê navdar ê Kurd Tel'et Tahîr pêşkêş dike. "Rûyê Duyem" ne tenê li ser pirsên rûberî yên jiyana helbestvan û qada edebî radiweste, belkî balê dikişîne ser hemû wan goşe û xalên ku dikarin wekî materyal ji bo şahesereke helbestî werin bikaranîn.
.jpg)
Civak
"Civak" podcasteke derûnî, civakî û perwerdeyê ye ku heftane Nûr Yûsif pêşkêş dike. Bala sereke ya "Civak"ê li ser perwerdeya takekes û malbatê ye: Em çawa dikarin di rewş û demên cuda de bi awayekî rast bi zarok û nifşên xwe re tevbigerin? Çi şaşiyên hevpar hene ku dê û bav di perwerdekirina zarokan de dikin? Em çawa dikarin wan aliyên veşartî yên zarokên xwe pêş bixin da ku bibin nifşekî tendurist?
.jpg)
Zar û Ziman
Podcasteke çandî û zimanî ye ku behsa zar û zimanê Kurdî û pirsgirêkên zimanê axaftinê û zimanê nivîsînê dike. Nivîskar û lêkolerê Kurd Macid Merdox Ruhanî heftane wê pêşkêş dike. Ev podcast deriyek e ji bo nîşandana pirsgirêkên ziman û metirsiyên li ser zar û binzarên zimanê Kurdî li parçeyên Kurdistanê.
.jpg)
Çîrokên Dadgehê
Podcasteke çandî ya yasayî ya giştî ye. Lêkolerê dadî Dr. Bekir Qadir, heftane behsa wan çîrokan dike ku di dema karê wî de wekî lêkolerê dadî li dadgehan bandor lê kirine. Armanc ew e ku takekesê civaka Kurdistanê ji encamên cezayên yasayî haydar bibe. Dr. Bekir Qadir diyar dike ku "Çîrokên Dadgehê vegotina çîrok û êşên rasteqîn ên li dadgehan e." Ew tekez dike ku ji bo parastina mafên kesan, cî, dem û kesayetî di çîrokan de tên guhertin.
Klînîkast
Podcasteke hişyariya tenduristiyê ye û heftane ji aliyê Dr. Huner Rêbwar, pisporê bijîşkiya lezgîn ve tê pêşkêşkirin. Di "Klînîkast"ê de heftane pirsgirêkên tenduristiyê yên herî girîng tên nîqaşkirin da ku guhdarên Rûdawê sûdê jê wergirin. Dr. Huner Rêbwar got, "Klînîkast ne tenê podcastek e, belkî klînîkeke tenduristî û hişyariyê ye di nav mobîla we de."
.jpg)
Bîranînên Dojehê
Podcasteke dîrokî ye ku bi rêya vegotina bîranînan, bûyeran bi guhdar û temaşevanan dide nasîn. Selam Se'dî wê pêşkêş dike û her carê mêhvanekî wî heye. Selam Se'dî got, "Gelek çîrokên nehatine gotin hene ku qurbaniyên zilm û şkenceya zindanên Hikûmeta Beasê ne. Em behsa çîroka wan kesan dikin ku gavek berî mirinê vegeriyane."
.jpg)
Zeviya Tî
Podcasteke jîngehî ye û bala wê ya sereke li ser guherînên jîngehê ye. Çawa guherîna avhewayê krîza avê li cîhanê kûrtir dike? Îraq, Herêma Kurdistan û Rojhilata Navîn yek ji wan herêman in ku herî zêde di bin bandora vê krîzê de ne. "Zeviya Tî" heftane ji aliyê Fazil Hewramî ve bi mêvandariya kesên pispor tê pêşkêşkirin.
.jpg)
Yarîgeha Rûdawê
Heftane li gel rojnamevanên werzişê yên Rûdawê, Rêbwar Mihemed, Îhsan Tahîr û Diyarî Hesen şîrove û nirxandinên li ser nûçe û bûyerên werzişê pêşkêş dikin. Ew li ser lîg û lîstikên cîhanî yên ku ji bo we girîng in diaxivin û agahiyên nebihîstî bi we re parve dikin.
Mijar
Podcasteke rojane ye ku ji aliyê Mihemed Rehîm ve tê pêşkêşkirin û bala wê ya sereke li ser pirsgirêkên welatiyan e. Welatî dikarin bi rêya telefonê beşdar bibin û pirsgirêkên xwe bînin zimên. Tora Medyayî ya Rûdawê jî bi rêya beşên xwe yên din li ser van pirsgirêkan lêkolînan dike û bersivên aliyên pêwendîdar werdigire.
.jpg)
Çavê Sêyem
Podcasteke diyalogê ye û ji aliyê Berpirsê Deska Rojavayê Kurdistanê rojnameger Husên Omer ve tê pêşkêşkirin. Di podcastê de, ew ronahiyê dixe ser bûyer û pêşhatên herî girîng ên siyasî, civakî û aborî yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û bi mêhvanên xwe re şîroveyên objektîv dike.
Dînar
Podcasteke şîroveya aborî ye. Mihemed Şêx Fatih bi mêhvanên xwe re heftane şîrove li ser bazarên cîhanî û navxweyî dike. Pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de yên li ser meaş, neft û dahatan bi kesên pispor re tên nîqaşkirin. Armanc ew e ku welatî, xwedan kar û bazirgan karibin xwe li gorî guherînên bazarê biguncînin.
.jpg)
Bi Dema Dihokê
Podcasteke heftane ye ku ji aliyê Berpirsê Ofîsa Rûdawê ya Dihokê Nasir Elî ve tê pêşkêşkirin. Heftane Nasir Elî bi mêhvanên xwe re şîrove li ser bûyer û pêşhatên siyasî, civakî, xizmetguzarî û aborî yên ku bandora wan a rasterast li ser jiyana welatiyên devera Badînan û Deşta Nînowayê heye dike.
Li gel Adem
Heftane Adem Bêdar bi mêhvanên xwe re ji nêrîna olan ve gotûbêjê li ser bûyerên civaka Kurdistanê dike. Armanc ew e ku têgihiştineke nermrew li ser wan bûyerên ku bandorê li aştiya civakî dikin, were kirin. Dr. Adem Ebdulcebar li ser podcasta xwe got, "Em hewl didin gotûbêjeke aram û berhemdar bikin û tekeziyê li ser nirxên pêkvejiyan û xweşdiviyê bikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse