Rewşa tenduristiyê ya beşek ji koçberên Serê Kaniyê xirab e

09-10-2021
Berzan Ferman
Li Kampa Waşokanê ya koçberên Serê Kaniyê pêwîstî bi alîkariyên bijîşkî hene
Li Kampa Waşokanê ya koçberên Serê Kaniyê pêwîstî bi alîkariyên bijîşkî hene
Nîşan Kampa Waşokanê Serê Kaniyê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) – Li kampa Waşo Kanî ya ji bo koçberên Serê Kaniyê, şarezayên tendirustî diyar dikin ku ji ber lawazbûna kerta tenduristiyê, êş û nexweşî li vê kampê pir bûne.

Sala 2019an di êrişa artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê de, li Serêkaniyê bêhtirî 150 Hezar kes koçber û derbeder bûn. Rêveberiya Xweser li nêzîkî bajarê Hesekê 2 kamp ji wan re ava kirin, ku nêzîkî 23 hezar û 500 koçber, li wan kampan bicih bûn, xizmet û pêdiviyên sereke, li wan kampan lawaz in.

Heyva Sor ya Kurd dide zanîn, ku rojane 150 nexweş serdana navenda wan dikin, lê alîkariyên bijîşkî yên pêşkêşî wan dibin sînordar in.

Berdewam dengê nalînê ji çadira Seher Mihemde tê, 4 nexweş lê hene,  Dicla ya 3ê salî êşa wê pir dijwar e. Bijîşk dibêjin ji ber xwînrêjiya bi ser mejî de, lingên wê pûç bûne, pêdiviya wê bi neştergiriyê heye.

Dayika Dicleyê bi hesret e ku keça wê rehet bibe û bikare bi zarokên kampê re bilîze.

Dayika Dicleyê koçber Seher Mihemed dibêje: “Ji gava ku çêbûye ev nexweşî pêre ye xwînrêjiya mejî û lingên wê pûç bûne. Diktor dibêjin divê salekê pişkinîn jê re were kirin. Em ji Serê Kaniyê derketin û li vê kampê bicih bûn. Îca me nikarin derkevin derveyî kampê. Ji bo em wê derman bikin û neştergeriyê jê re bikin bi hezaran dolar lêçûna wê ye, çareseriya wê li Şamê û Herêma Kurdistanê dibe.”

Li Kampa Waşokanê a koçberê Serê Kaniyê, şarezayên tenduristî diyar dikin ku ji ber lawazbûna kerta tenduristiyê, êş û nexweşî li vê kampê zêde bûne.

Heyva Sor a Kurd dide zanîn ku rojane 150 nexweş nexasim yên êşgiran berê xwe didin navenda wan, lê alîkariyên bijîşkî yên pêşkêşî wan dibin sînordar in.

Endamê Heyva Sor a Kurd Mehcûb Hiso jî got: “Beşên pişkinînan ên zarok, jin û hundirîn hene, navendên me 24 demjimêran vekirî ne û 2 ambulansên lezgîn hene. Nexweşiyên giran wek penceşêr,dil û nexweşiyên cûr be cûr jî li nava kampê peyda dibin. Ji aliyê xwe ve em bi aliyên pêwendîdar re têkiliyan datînin ji bo van nexweşan.”

Sala 2019 di operasyona artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê de, li Serê Kaniyê bêhtirî 150 hezar kesî derbeder bûn. Rêveberiya Xweser li nêzî bajarê Hesekê 2 kamp ji wan re ava kirin, ku derdora 23,500 koçberî li wan kampan bicih bûn, lê ji xizmet û pêdiviyên sereke, nemaze yên tenduristî bêpar in, çimkî ne Neteweyên Yekgirtî  û ne jî rêxistinên mirovî alîkariyên berçav pêşkêş nakin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst