Çekdarên Semerqend welatiyekî Kurd li Efrînê revandin

10-01-2021
RÛDAW
Nîşan Efrîn Rojava Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên koma Semerqend a ser bi opozisyona Sûriyê ve ku Tirkiye piştgiriyê lê dike, li herêma Efrînê welatiyekî Kurd ji gundê Kefer Sefre revandin.

Li Efrînê çekdarên koma bi navê Semerqend avêtine ser gundê Kefer Sefrê yê ser bi nahiya Cindirêsê ve û welatiyekî Kurd revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihand, çekdarên Semerqend ligel Polîsên Serbazî yên ser bi opozisyona Sûriyê ve avêtine ser mala welatiyê Kurd Xelîl Ehmed Şêx Îsa li gundê Kefer Sefrê û ew revandine.

Heman rêxistinê diyar kiriye, çekdaran Xelîl Ehmed ê 40 sal, birine baregeha emnî û li wir bi tundî ew îşkence kirine.

Li gor wan zanyariyan, di encama îşkenceyê de,  Xelîl Ehmed bi giranî birîndar bûye û rewşa tendirustiya wî xerab bûye û ew ji bo nexweşxaneyê hatiye rakirin.

Ji Adara 2018an ve ku herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê piştî êrîşeke berfireh ketiye jêr kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Li aliyekê din, Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê amarên 10 rojên derbasbûyî yên binpêkariyên komên çekdar belav kiriye û diyar kiriye, 18 kes li Efrîn û Girê spî hatine girtin û revandin, ku 3 ji wan zarok û 4 jî jin in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst