Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê ragihand ku ji ber topbarana çekdarên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ya li ser Dêr Hafirê, zarokek û kalekî canê xwe ji dest da û elektrîka bajêr bi temamî qut bû.
Şamê jî HSD bi êrişa dronên bombekirî tohmetbar kir.
Doh derengiya şeva Asayîşê derbarê bombebarankirina navçeya Dêr Hafirê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, "komên çekdar ên ser bi hikûmeta veguhêz ve bi topên giran navçeya Dêr Hafirê kirine armanc û topek li mala hevwelatiyekî ketiye."
Asayîşa Rêveberiya Xweser diyar kir ku di encama wê êrişa li ser malan de, li gorî amarên ewil zaroka 11 salî ya bi navê Fatima Ehmed û kalê 60 salî yê bi navê Xelîfe Hîlal canê xwe ji dest da û zarokek jî bi giranî birîndar bû.
Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku di wan êrişan de binesaziya navçeyê hatiye hedefgirtin û çend top li stasyona sereke ya elektrîkê ketine.
Li gorî daxuyaniyê ev yek bûye sedema "qutbûna temamî ya elektrîka bajêr."
Hêzên Asayîşê hikûmeta Şamê ji vê rûdanê berpirsiyar ddibînin û bangî civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku "ji bo parastina sivîlan û rêlibergirtina van sûcan pêngavên lezgîn biavêjin."
Li aliyê din, ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê (SANA) li ser zarê çavkaniyeke leşkerî HSD bi wê yekê tohmetbar kir ku bi "dronên bombekirî" êrişî pêgehên Artêşa Ereban a Sûriyeyê yên li nêzîkî Dêr Hafirê ya li gundewarê rojhilatê Helebê kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse