Li Amedê 301 sazî civiyan: 'Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk' hat ragihandin

10-05-2025
RÛDAW
Nîşan Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê bi pêşengiya DEM Partî û DBPyê 301 sazî ji bo ku beriya biryara PKKyê ya ku piştî kongreyê were ragihandin, bangî dewletê û PKKyê bikin civîneke hevpar li dar xist.

Di civîna ku “Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk” hat ragihandin de biryarên hatine wergirtin dê sibe ji raya giştî re bên ragihandin.

PKKyê di daxuyaniya xwe ya doh de ragihand ku kongreya xwe ya 12emîn li dar xistiye û dê di rojên pêş de biryarên girîng ji raya giştî re parve bikin.

Di demekê de ku bala her kesî li ser daxuyaniya PKKyê ye, 301 sazî ji bo pêşhatan binirxînin li Amedê hatin ba hev.

301 saziyên ku di nava wan de partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û rûspî jî hene bi pêşengiya DEM Partî û DBPyê li Navenda Çandê ya Sezaî Karakoç (ÇandAmed) dest bi civîneke 2 rojî kir.

Li salona civînê pankartên bi zimanên Kurdî (Kurmancî û Kirmanckî), Tirkî, Erebî, Siryanî û Ermenî nivîsa “Em dê bi yekîtiyê bi ser kevin” hatin daliqandin.

Di civîna ku îro bi beşdariya Hevserokê Giştî yê DBPyê Keskîn Bayindir dest pê kir de “Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk” hat ragihandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst