Termê kalemêrekî Efrînê li ber ava Meydankê hat dîtin

10-06-2020
RÛDAW
Nîşan Efrîn Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê termê kesekî 80 salî hat dîtin/

Îro Çarşemê 10ê Hezîranêa 2020an li Efrînê termê kalemêrê Kurd Arif Ebdo Xelîl ê 80 salî li ber ava gundê Meydankê hat dîtin.

Çavkaniya taybet ji Rûdawê re da zanîn ku, ew kalemêr ji gundê Qizilbaş ser bi nahiyeya Bilbilê ye û roja sêşemê hatibû revandin.

Çavkaniyê diyar kir ku ew kal nexweş bûye û li ser kursiyê bûye.

Li gor heman çavkaniyê, piştî ku ew duh hatibû revandin, îro termê wî tazî li ber ava Meydankê hatiye dîtin.

Çavkaniyê herwiha diyar kir ku gundê Qizlbaşê di bin destê çekdarên Siltan Murad de ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst