Mesrûr Barzanî: Êrişa li Qeterê binpêkirina yasaya navneteweyî ye

10-09-2025
RÛDAW
Nîşan Mesrûr Barzanî Qeter Îsraîl Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî êrişa Îsraîlê ya li Qeterê şermezar kir û got, “Em piştgiriya çareseriyeke lezgîn û aştiyane dikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, êrişa Îsraîlê ya li dijî serkirdatiya Hemasê ya li Qeterê şermezar kir û diyar kir ku ev yek binpêkirina yasaya navneteweyî ye.

Serokwezîr Barzanî, di parvekirineke xwe ya li ser platforma medyaya civakî ya Xê de, êrişa li ser Qeterê wekî “binpêkirina yasaya navneteweyî” bi nav kir.

Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku divê ji pirsgirêkên herêmê re çareseriyeke aştiyane were dîtin û alozî bi dawî bibe.

Parvekirina Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:

"Êrişa li ser Dewleta Qeterê binpêkirina yasaya navneteweyî ye.

Em piştgiriya çareseriyeke lezgîn û aştiyane ya ji bo pirsgirêkên herêmê û bidawîanîna hemû corên alozî û tundiyê dikin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst