Hewlêr (Rûdaw) - Koşka Spî, Komîteya Nobelê bi tundî rexne kir û ew bi wê yekê tohmetbar kir ku "siyasetê dixe pêşiya aştiyê."
Ev bertek piştî wê yekê hat ku Komîteyê Xelata Nobelê, Xelata Nobelê ya Aştiyê ya 2025an da siyasetmedara Venezuelayî María Corina Machadoyê û ne da Serokê Amerîkayê Donald Trump.
Birêvebirê Pêwendiyan ê Koşka Spî Steven Cheung, li ser tora civakî ya Xê nerazîbûna rêvebiriya Trump anî zimên.
Cheung got, "Komîteya Nobelê careke din îspat kir ku siyasetê dixe pêşiya aştiyê."
Cheung her wiha pesnê hewldanên Trump da û got, "Serok Trump dê pêkanîna peymanên aştiyê, bidawîkirina şeran û rizgarkirina jiyana mirovan bidomîne. Serok Trump xwedî dilekî mirovdost e."
Donald Trump bi xwe gelek caran anîbû ziman ku ew ji ber rola xwe ya di çareserkirina gelek pirsgirêk û nakokiyên navneteweyî de Xelata Nobelê ya Aştiyê heq dike.
Trump roja doh êvarî ragihandibû ku navbeynkariya wî ya ji bo qonaxa yekem a agirbesta li Xezeyê, heştemîn şer e ku di dema wî de bi dawî bûye.
Trump di heman rojê de bi awayekî cuda jî li ser xelatê axivîbû û gotibû, "Ew çi bikin bila bikin, asayî ye. Min karên xwe ji bo wergirtina xelatê nekirine, belkî ji ber wê yekê kirine ku ez jiyana gelek kesan rizgar bikim."
Berê jî gelek welatan Trump ji bo Xelata Nobelê ya Aştiyê wekî namzed nîşan dabûn.
Îsraîl, Pakistan, Kamboçya û 5 serokên welatên Afrîkayê piştgirî dabûn namzediya wî.
Li aliyê din, serokên Azerbeycan û Ermenistanê jî gotibûn ku ew difikirin wî wek namzed nîşan bidin.
Komîteya Nobelê ya Norwecê ragihandibû ku wan xelat ji ber "têkoşîna bêwestan a ji bo demokrasiyê" daye siyasetmedara Venezuelayî María Corina Machadoyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse