Nêçîrvan Barzanî: Qendîl baş dizane ku divê çi bike lê nake

10-10-2025
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Pêvajoya Çareseriyê Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan Qendîl KCK
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Ragihandinê yê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) di bersiva axaftinên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî yên di Foruma MERIyê de got, wan ji bo biserketina pêvajoya çareseriyê pêngav avêtine û got ku ev daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî "bi ti awayî nayê qebûlkirin."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî 8ê Çiriya Pêşîn a 2025an di Foruma MERIyê ya li Hewlêrê bi girîngî behsa pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kiribû.

Wî gotibû ku desthilata Tirkiyeyê li ser pêvajoyê bi israr e û ji bo serkeftina aştiyê ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) xwestibû ku pêbendî peyamên Abdullah Ocalan be da ku pêvajo bigihîje armancê.

8ê Çiriya Pêşîn a 2025an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê beşdarî Foruma MERIyê bû û derbarê pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê axivî.

Serokê Herêma Kurdistanê got, "Bi baweriya min, piştî ku min Serokkomarê Tirkiyeyê dît, ez hest dikim ku Tirkiye li ser vê pêvajoyê gelekî cidî ye.

Pêvajo her çend hêdî be, her çend li ser xwe be jî lê li Tirkiyeyê biryareke cidî heye ku ev pêvajo bigihîje encamê."

Nêçîrvan Barzanî ragihand ku şerê di navbera dewleta Tirk û gerîlayan de "bi salan e" heye û "bi şev û rojekê" bi dawî nabe.

Serokê Herêma Kurdistanê got, "Niha wisa lê hatiye, ev li benda wê ye ku ew tiştekî bike, aliyê din jî li benda yê din e ku tiştekî bike. Ev pirsgirêk bi vî awayî çareser nabe. Niha hinek pêngav hene û divê PKK wan pêngavan bavêje da ku pêvajo bigihîje encamê."

Nêçîrvan Barzanî behsa rola "alîkar" a Herêma Kurdistanê kir û got, "Dema pêvajoya çekdanînê dest pê kir, wan daxwaz ji me kir ku em alîkariya wê pêvajoyê bikin, tiştê ku pêwîst bû me bi cih anî.

Ez wisa dibînim ku ev derfeteke dîrokî ye û nabe Kurd ji dest bidin; nabe ji bo ti tiştî ji dest bidin."

Serokê Herêma Kurdistanê behsa rola Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û peyamên wî yên di vê pêvajoyê de kir û got, "Peyamên Serok Ocalan gelekî zelal in.

Qendîl jî baş dizane divê çi bike lê nake! Ev yek bêhêvîbûnê çêdike, heta ji bo Serok Ocalan bi xwe jî ev ne rast e.

Bi gotin û di xuyabûnê de dibêjin em guh didin gotinên Serok Ocalan lê dema dor tê ser cîbicîkirin û pratîkê, tam berevajiyê wê dikin!

Ev yek zerereke mezin digihîne Kurdan û pêvajoyê bi xwe jî."

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê rewşa Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê jî axivî.

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku hebûna sîstemeke nenavendî ji bo Sûriyeyê pêwîstî ye û got,"Em di wê baweriyê de nînin ku Sûriye dikare bi awayekî navendî were birêvebirin.

Ev xala nakokiyê ye, heta min bi xwe jî di civîna xwe ya li gel Serok Ehmed Şer de behs kiriye û jê re gotiye."

Serokê Herêma Kurdistanê behsa pirpêkhatîbûna civaka Sûriyeyê kir û got, "Tu bêjî ez dê wê Sûriyeyê bi navendî birêve bibim, Beşar Esed çû, yekî din hat şûna wî û navendîbûn wekî xwe dimîne!

Em li Herêma Kurdistanê piştgiriyê nadin vê nêrînê. Me ev yek ji Serok Şer re jî gotiye. Ne mimkin e ku Sûriye ber bi navendîbûneke bihêz ve were birêvebirin."

Nêçîrvan Barzanî ji hêzên Rojavayê Kurdistanê xwest ku bi mebesta bidestxistina mafên gelê Kurd biçin Şamê.

Serokê Herêma Kurdistanê got,”Divê hûn xwe wekî xwediyê pêvajoya siyasî bizanin, ofîsekê li Şamê vekin, xwe wekî xwediyê malê bizanin, bila beşdariyeke we ya aktîftir di nav pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê de hebe...

Her guhertina ku rû bide, berjewendiya wan di wê de ye ku li gel Şamê rêyekê bibînin."

Nêçîrvan Barzanî wekî pêwîstî dît ku PKK dev ji destwerdana di kar û barên Rêveberiya Xweser û hêzên Rojavayê Kurdistanê de berde da ku ew karê xwe bikin û got, "Nabe ku PKK destwerdanê di kar û barên we yên rojane de bike, ev pirsgirêka wan a herî mezin e nabe.

Divê PKK dev ji wan berde. Eger PKK dev ji wan bernede, ew nagihêjin tiştekî.

Divê PKK bi temamî dev ji wan berde û nabe destwerdanê di şêweyê birêvebirina kar û barên Rojavayê Kurdistanê de bike."

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha got ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk şerekî mezin li hemberî DAIŞ û terorê kir, niha jî 10 hezar DAIŞî di zindan û kampên di bin destê HSDyê de ne, wisa nabe ku mirov bêje divê ew hêz nemîne.

Îro Berdevkê Ragihandinê yê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku wan di çend mehên borî de hejmarek pêngav avêtine ku daxwazên Ocalan bûn.

Di nav wan de lidarxistina kongreya 12an hebû. Her wiha hatiye gotin ku “wan biryar da dawî li hemû çalakiyên bi navê PKKyê bînîn û di heman demê de dev ji stratejiya têkoşîna çekdarî berdin.  

Her wiha bi şewitandina çekan helwesta xwe ya li hemberî pêvajoyê nîşan da.

Ev yek bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê hevala Besê Hozat pêk hat ku komeke ji 30 kesan di 11ê Tîrmeha 2025an de çekên xwe şewitandin."

Berdevkê Ragihandinê yê KCKyê behsa pêvajoya çareseriyê û rola Ocalan tê de dike û diyar dike ku ew pêbendî peyam û daxwazên rêberê PKKyê ne.

Wî got, "ti nakokî di navbera Rêber Apo û tevgera me de nîne" û "PKK guh dide Rêber Apo."

Berdevkê KCKyê diyar kiriye ev daxuyanî bi ti awayî nayê qebûlkirin û eşkere dike ku Nêçîrvan Barzanî nirxandineke nedadperwerane kiriye.

Her wiha gotiye, "Bê guman Nêçîrvan Barzanî dikare bi Komara Tirkiyeyê re pêwendiyan deyne, kes li dijî vê yekê nîne."

Berdevkê KCKyê rexne li wê yekê digire ku Serokê Herêma Kurdistanê rojekê beriya serdana xwe ew nirxandin kiriye.

Proseya nû ya çareseriyê di 1ê Çiriya Pêşîn a sala borî de bi pêngav û bangeke Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ji nû ve dest pê kir.

Paşê Abdullah Ocalan di 27ê Sibata îsal de di bersiva Bahçelî de destpêşxeriyek ragihand û daxwaz ji PKKyê kir ku kongreyê li dar bixe, çekan deyne û xwe fesix bike.

PKKyê jî di gulana îsal de biryara bidawîanîna xebata çekdarî û fesixkirina PKKyê da. 11ê Tîrmeha îsal 30 gerîlayên PKKyê çekên xwe şewitandin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya pêwendiya xwe ya bihêz a li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hewl dide ku pêvajo bigihîje encamê.

Yek ji mijarên sereke yên civîna roja 9ê Çiriya Pêşîn a 2025an a Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Herêma Kurdistanê jî pêvajoya çareseriyê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst