SÊRT - Li avahiyeke 10 qatî şewat derket, 20 kes rakirin nexweşxaneyê

11-02-2025
Nîşan Sêrt Misirc Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Misircê ya parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê agir bi avahiyeke 10 qatî ket.

Tîmên tenduristiyê 20 kesên ku dûxanê bandor li wan kiriye birin nexweşxaneyê.

Bûyerê derengê şeva borî li Taxa Xerzanê rû da û sedema şewatê heta vêga ne diyar e.

Kesên ku li wê avahiya 10 qatî (Apartmana Yildirimê) dijiyan ji ber şewatê asê man.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, polîs, tîmên agirvemirandinê û AFAD çûn cihê bûyerê.

Dema xebatên agirvemirandinê berdewam dikir, tîman kesên asêmayî di pace û balkonan re derxistin û ew rizgar kirin.

20 kesên ku dûmanê bandor li wan kiriye bi ambulansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Misircê.

Agir jî di encama xebatên tîman de hat temirandin.

Parêzgarê Sêrtê Kemal Kizilkaya da zanîn ku xebatên vemirandin û valakirinê qediyane û li avahiyê ti kes nemaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst