Hewlêr (Rûdaw) - 40 rewşenbîr û rojnamevanên ji Tirkiye û Bakurê Kurdistanê derbarê 21 rojnamevanên Kurd de ku li parêzgeha Amedê hatibûn desteserkirin daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û gotin, “Em guşara desthilatê ya li hember ragihandinê şermezar dikin û dijî vê guşara desthilatê bang li raya giştî dikin ku karvedanan nîşan bide.”
Hêzên Ewlekariya Tirkiyê di çarçoveya lêkolîneke Serdozgeriya Komarî de 8ê Hezîrana 2022ê li parêzgeha Amedê di operasyoneke hevwext de bi ser gelek malan de girtibûn û Hevserokê Komeleya Rojnemevanan a Dicle Firatê Serdar Altan û Rêvebira JINNEWSê Safiye Alagaş jî di nav de 21 rojnamevanên Kurd hatibûn desteserkirin. Karvedanên beramber destserkirina wan rojnemgerên Kurd berdewam in.
40 kesên ku di nav wan de rewşenbîr, nivîskar û rojnemavanên naskirî jî hene bi daxuyaniyeke hevbeş nerazîbûna xwe li hember desteserkirina rojnamevanên Kurd nîşan dan.
Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku ligel nêzîkbûna hilbijartinê bi taybet guşara ser rojnamevanên Kurd zêde bûye û tê gotin, "Ligel nêzîkbûna hilbijartinê rejîma AKP û MHPê guşara ser medyayê û bi taybetî rojnamevanên Kurd zêde dike. Di demekê de ku ji bilî nivîsîna nûçeyan ti tawanekî wan nîne, desteserkirina 21 rojnemevanên Ajansa Mezoptamya û peymanêrên Jinnewsê û bi demjimêran rawestandina wan bi kelemçeyê ne tenê binpêkirina azadiya ragihandinê ku xala sereke ya demokrasiyê ye, herwiha tê wateya binpêkirina mafên serekî yên mirovî jî.”
Di beşeke din a daxuyaniyê de tê gotin, "Rejîma her ku diçe ber bi totalîteriyê ve diçe, kîn û nefreta xwe li beramber wan kesên wek wê nefikirin zêde dike. Ev guşar eger ligel yasaya medya civakî bê nirxandin biqasî atengkirina mafê wergirtina nûçeyan yê welatiyan, amadakariyên hîleyên hilbijartinê ne jî. Desthilat armanc dike bi taybetî li erdnîgariya Kurdan derbarê binpêkirinên mafên mirov û hilbijartinan de zanyarî û nûçe neyên belav kirin û ev yek bê astengkirin.”
Wan 40 kesan di daxuyaniya xwe de rexne li helwêsta partiyên siyasî û bêdengiya wan a li beramber destserkrina 21 rojnamvenên Kurd girtine û dibêjin: “Bêdengiya di serî de partiya sereke ya opozîsyonê hemû partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl û wek her car nedîtina vê guşar û zilma dijî Kurdan, tê wê wateyê ku ew bixwe guleyê li lingê xwe didin. Bêyî ku ragihandina serbixwe hebe, hizirkirina ku dê hilbijartin bi dadmendî û di qadeke azad de bê kirin, bi awayekî eşkere xeşîmi ye. Ziman, regez û baweriya wan çi be bila bibe divê em dijî hewlên bêdenkirina rojnamevanan, li berxwe bidin û karvedanan nîşan bidin. Kesên îro bêdeng bin, sibe mafê wan ê gilî û gazinan nabe.”
Herî dawî di daxuyaniyê de helwêsta desthilata Tirkiyê ya li beramber rojnamegerên Kurd û ragihandinê bi giştî bi dijwarî hatiye şermezarkirin û hatiye gotin: “Em bang li her kesî dikin ku dijî vê guşara desthilatê karvedanan nîşan bidin û piştîvaniya hevalên me bikin.”
40 kesên ku daxuyaniya hevbeş îmze kirine ev in:
1) Abdullah Çetîn – Rojnamevan
2) Alî Çatakçin – Nivîskar
3) Alîn Ozînan – Rojnamevan
4) Amberîn Zaman - Rojnamevan
5) Arîs Nalci – Rojnamevan
6) Ayşe Hur – Lêkolîner Nivîskar
7) Ayşe Yıldırım – Gazeteci
8) Can Dundar – Rojnamevan
9) Celal Başlangiç – Rojnamevan
10) Cengiz Aktar – Akademîsyen
11) Dunya Doğan – Hiqûqnas
12) Elif Yildırim- Helbestvan-Nivîskar
13) Erdoğan Aydın – Gazeteci Yazar
14) Ergun Babahan – Rojnamevan
15) Erk Acarer – Rojnamevan
16) Erol Koroğlu – Akademîsyen
17) Ertugrul Mavioglu – Rojnamevan
18) Fuat Ateş – Rojnamevan
19) Hasan Tore – Siyasetmedar
20) Hayko Bağdat – siyasetmedar
21) Huseyin Levent Koker - Akademisyen
22) İsmail Ozen – Werzişvan
23) Latife Akyuz – Akademisyen
24) Leyla Uyar – Rojnamevan
25) Mahir Sayın – Siyasetmedar
26) Mehmet Ali Çankaya –
27) Murat Çakır – Nivîskar
28) Neşe Ozgen – Akademisyen
29) Nevra Akdemir – Akademisyen
30) Nikos Michailidis – Akademisyen
31) Ohannes Kılıçdağı – Akademisyen
32) Osman Okkan – Rojnamevan
33) Ragip Duran – Rojnamevan
34) Selim Eskiizmirliler – Akademisyen
35) Şehbal Şenyurt – Derhêner
36) Tuncay Yılmaz – Siyasetmedar
37) Umit Kivanç – Rojnamevan
38) Yavuz Baydar - Rojnamevan
39) Yektan Turkyılmaz – Akademisyen
40) Yigit Aksakoglu – Endamê Saziyên Civaka Sivîl
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse