Hewlêr (Rûdaw) – Birêveberiya Çandinî û Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser wekî piştgiriyê mazotê li cotkarên Rojavayê Kurdistanê belav dike.
Ji ber ku li hinek navçeyan kanalên avdanê nînin, cotkar neçar in ji bo avdana pembo ava bîran bi kar bînin û ji ber vê yekê jî pêwîstiya wan bi mazotê heye.
Birêveberê Birêveberiya Ofîsa Çandinî û Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser Mehmûd Mihbaş got:
“Me ji 20ê Hezîrana 2025an ve dest bi belavkirina mazotê kiriye û em mazotê didin birayên xwe yên cotkar.
Em li gorî cetwelên Desteya Çandinî û Avdanê karê xwe dikin ku ji cetwelên komele û bîran pêk hatine.
Me 335 hezar lître mazot belav kiriye, ji bo her donimekê ji komeleyan re 12 lître û ji bo her bîrekê jî 120 lître hatine veqetandin.”
Piştgirî ji bo şînkayiyên havînê jî heye
Mehmûd Mihbaş her wiha diyar kir ku ew ji bo qerebûkirina zerera genimê bejî jî mazotê didin cotkaran û wiha domand:
“Ji ber hişkesaliya ku îsal li navçeyê hebû, her wiha daketina asta ava Çemê Feratê, Birêveberiya Çandinî û Sotemeniyê dest bi piştgiriya cotkaran kiriye.
Rêveberiyê dest bi belavkirina mazotê kiriye da ku cotkar karibin zeviyên xwe yên şînkayiyan av bidin.
Em dê di hefteya bê de dest bi belavkirina mazotê bikin û ji bo her donimekê jî em dê 10 lîtreyan bidin.”
Li gorî Birêveberiya Çandinî û Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê nêzîkî 375 hezar donim pembo hatiye çandin.
Her wiha tê pêşbînîkirin ku îsal di navbera 75 û 100 hezar ton pembo bê hilberîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse