Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Komîteya Asayîş û Parastinê ya Meclisa Parêzgeha Nînowayê da zanîn ku li ser asta Îraq û Herêma Kurdistanê, li Dihokê herî kêm û li Nînowayê jî duyem herî kêm tawan hatine tomarkirin.
Serokê Komîteya Asayîş û Parastinê ya Meclisa Parêzgeha Nînowayê Mihemed Casim ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, Wezareta Navxwe ya Îraqê mehane derbarê rêjeya tawanan a li parêzgehan wan agahdar dike.
Hat diyarkirin ku ew zanyarî ne ji bo weşandinê ne û tenê ji bo wê yekê ne ku ew ji rewşê agahdar bin.
Mihemed Casim destnîşan kir ku li gorî amara herî nû ya Wezareta Navxwe ya Îraqê li ser asta parêzgehên Îraq û Herêma Kurdistanê, li Dihokê rêjeya herî kêm a tawanan hatiye tomarkirin û parêzgeha Nînowayê jî di rêza duyem de ye.
Serokê Komîteya Asayîş û Parastinê ya Meclisa Parêzgeha Nînowayê tekez kir ku niha rewşa ewlehiyê ya parêzgeha wan pir baş e û eger tawanek rû bide jî, hêzên ewlehiyê dikarin tawanbaran desteser bikin.
Mihemed Casim da zanîn ku rêjeya herî zêde ya tawanan li parêzgehên başûrê Îraqê tê tomarkirin û yek ji sedemên sereke jî pevçûnên di navbera eşîran de û madeyên hişbir e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse