Hewlêr (Rûdaw) – Ji ber êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê ya 9ê Cotmeha îsal heta niha zêdeyî 15 hezar kes ji Rojavayê Kurdistanê koçberî Herêma Kurdistanê bûne.
Ji ber êrîşên artêşa Tirkiye û çekdarên opozisyona Sûrî yên girêdayî Enqerê bo ser Rojavayê Kurdistanê de, heta niha hejmara koçberên Kurdên Rojava yên gihîştine Başûrê Kurdistanê 15 hezar kesan derbas kiriye.
Rêvebirê Navenda Têkoşîna Krîzan a Herêma Kurdistanê Hoşeng Mihemed ji Rûdawê re ji ber êrişên Tirkiyê heta niha ji Rojavayê Kurdistanê 15 hezar û 211 kes koçberî Herêma Kurdistanê bûne.
Hoşeng Mihemed da zanîn ku îro Duşemê jî karwanekî ji 102 sivîl pêk tê, derbasî Herêma Kurdistanê bûne.
Ji wan koçberan bi qasî 14 hezar ji koçberan li nav kampên Berdereş û Giwêlanê bicih bûne û hejmareke koçber jî li cem mirovên xwe bicih bûne.
Piştî derketina krîza li Sûriyê hejmareke zêde sivîl ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê koçberî Herêma Kurdistanê bûn û heta niha milyonek û 40 hezar koçber li Herêma Kurdistanê ne.
Li gor raporên Neteweyên Yekbûyî li Rojavayê Kurdistanê ji ber êrişa Tirkiye ya ser Rojavayê Kurdistanê herî kêm 180 hezar kes ji cih û malên xwe koçber bûne. Herwiha li gor raporan koçkirkirina welatiyên sivîl berdewam e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse