Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî şandeya Komîteya Birêvebir a Amedsporê ya bi serokatiya Serokê Amedsporê Nahît Eren pêşwazî kir.
Di hevdîtinê de, şandeya mêvan kurteyek derbarê çalakiyên werzişî yên Amedsporê pêşkêşî Serok Barzanî kir ku yek ji tîmên pêşeng ên Tirkiyeyê ye.
Her wiha wan giringiya Herêma Kurdistanê ya di warê bipêşketina werzişê de bilind nirxand.
Serok Barzanî bi xêrhatina şandeya mêvan kir û ragihand ku werziş di gihandina peyama aştî û biratiyê de roleke giring û berbiçav dilîze.
Serok Barzanî her wiha destxweşî li serok, desteya birêvebir, lîstikvan û alîgirên tîmê kir û hêviya serkeftinê ji bo wan di paşerojê de xwest.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse