SEMSÛR - Otobusek û otomobîlek li hev qelibîn: Mirî hene

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Qeza Semsûr Otobus
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê otobuseke rêwiyan û otomobîlek li hev qelibîn û di qezayê de 3 kes mirin.

Qeza li ser rêya navçeya Kolikê û Semsûrê çêbû.

Otobusa rêwiyan a bi plakaya 02 DG 353 ku şofêrê wê S.B. ye û otomobîla bi plakaya 02 ACU 651 a ku şofêrê wê Mahmut Încî ye li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê di kontrolên xwe de tesbît kir ku şofêrê otomobîlê Mahmut Încî (34), Zahîde Esen (32) û Ramazan Înciyê 5 salî yên di otomobîlê de mirine.

Ji ber qezayê rê demekê ji hatin û çûyinê re hat girtin.

Piştî ku tîman kar û barên xwe qedandin û wesayît ji rê hatin rakirin, trafîk vegeriya rewşa asayî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst