Erdheja Mereşê: Hejmara miriyan 29 hezar kes debras kir

12-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdheja Mereşê Amar Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - AFADê hejmara nû ya mirî û birîndarên erdheja Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê belav kir û ragihand, heta niha di encama erdhejê de 29 hezar û 605 kesan jiyana xwe ji dest dane. Herwiha 147 hezar û 934 mexdûrên erdhejê jî bo bajarên din hatine şandin.

Di encama erdheja 6ê Sibatê de li parêzgehên Mereş, Dîlok, Riha, Amed, Semsûr, Meletî, Kilîs, Xarpêt ên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Osmaniye, Edene û Hatayê wêraniyek mezin çê bûye û bi hezaran avahî hilweşiyane.

Herwiha ji ber erdhejê gelek kes jî bûne qurbanî û bi derxistina kesên sax û mirî, hejmara mirî û birîndarên erdhejê jî kêlî bi kêlî zêdetir dibe.

AFADê, îro 12ê Sibatê amarên erdhejê yên heta demjimêr 15:55 piştî nîvro eşkere kirin.

 AFADê ragihand, heta demjimêr 15:55ê 12ê Sibatê 29 hezar û 605 kesan canê xwe ji dest dane û 147 hezar û 934 mexdûrên erdhejê jî bo bajarên din hatine şandin.

Piştî her du erdhejên mezin ku li navçeyên Bazarcix û Elbîstanê çêbûn, 2 hezar û 412 erdhejên paşekî çêbûne.

Di roja heftemîn ya erdhejê de li parêzgehên Riha, Kilîs û Xarpêtê yên Bakurê Kurdistanê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî hatin. Lê li 8 parêzgehên Mereş, Semsûr, Edene, Osmaniye, Hatay, Meletî û Amedê kar û xebat berdewam in û her diçe hêviya rizgarkirina qurbaniyan kêm dibe.

Li herêmên erdhejê ligel tîmên navdewletî bi tevahî 32 hezar û 71 kes kar û xebatên rizgarkirinê dikin.

Roja Duşemê 6ê Sibatê erdhejeke mezin bi pileya 7.7 pileyê Rîxter ku navenda wê navçeya Bazarcix a Mereşê li Bakurê Kurdistanê bû, Bakurê Kurdistanê û çend parêzgehên Tirkiyê hejand. Di heman rojê danê nîvro de erdhejeke din bi hêza 7.6 pileyê Rîxer navçeya Elbistan a Mereşê hejand.

Erdhejê bandor li Sûriyê û Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê jî kir û bûye sedema wêraniyeke mezin û mirina bi sedan kesan û birîndarbûna bi hezaran kesên din.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst