Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî ragihand ku pirsgirêka serekî ya ji nû ve destpênekirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê li ser mîqdara bikaranîna navxweyî ye.
Heyan Ebdulxenî her wiha got, "Îraq ji ber Herêma Kurdistanê, rojane 300 hezar bermîlan ji para xwe ya OPECê zererê dibîne."
Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî îro derbarê ji nû ve destpêkirina hinartina petrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya boriyê ji medyaya fermî ya Îraqê re axivî.
"Hikûmetên Federal û Tirkiyeyê amade ne"
Heyan Ebdulxenî got, "Hikûmetên Federal û Tirkiyeyê amade ne lê em li benda radestkirina petrolê ne ji aliyê Herêma Kurdistanê ve."
Wezîrê Petrolê yê Îraqê her wiha got, "Yasaya Budceyê, Herêma Kurdistanê pabend kiriye ku rojane 400 hezar bermîl petrol radestî Kompanyaya SOMOyê bike, bi mebesta ku bi rêya boriya petrolê ya Îraq-Tirkiyeyê were hinartin."
Heyan Ebdulxenî amaje bi wê yekê jî kir ku ji bo lezkirina pêvajoyê, yasaya budceyê hate guhertin û biryar hate dayîn ku ji bo her bermîleke berhemanî, 16 dolar wek pêşekî bidin Herêma Kurdistanê.
"Razîbûna hemû aliyan li ser rekeftinê hebû"
Wezîrê Petrolê yê Îraqê got, "Ev rêkeftin û guhertin pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate kirin û razîbûna hemû aliyan li ser hebû, ji ber ku li parlamentoyê hate pêşkêşkirin û hemû endamên parlamentoyê razî bûn."
Derbarê sedema bicînekirina rêkeftinê de, Wezîrê Petrolê yê Îraqê wiha axivî:
"Yek ji pirsgirêkên serekî ew e ku li gorî rêkeftina di navbera Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federal û Herêma Kurdistanê de, mîqdara parzûnkirinê yan jî bikaranîna navxweyî rojane bi 46 hezar bermîlan hatibû texmînkirin.
Lê belê niha Herêma Kurdistanê daxwaz dike ku ev mîqdar bibe 65 hezar bermîl, ev yek jî binpêkirina yasaya budceyê ye."
"Me aliyê Tirk û Kurdan agahdar kirine"
Heyan Ebdulxenî got, "Me wekî Hikûmeta Federal, aliyê Tirk û aliyê Kurdan agahdar kirine ku em amade ne ji bo wergirtina wê mîqdara petrolê û hinartina wê.
Ez her wiha li gel Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê civiya me û Tirkiye ji bo ji nû ve destpêkirina hinartinê amade ye.
Lê em li benda wê yekê ne ku birayên me yên li Herêmê wê mîqdara petrolê radest bikin."
"Hikûmeta Federal nêzîkî 300 hezar bermîlan zererê dibîne"
Wezîrê Petrolê yê Îraqê got, "Hikûmeta Federal niha nêzîkî 300 hezar bermîlan zererê dibîne.
Ji ber ku ew mîqdara ji aliyê Herêmê ve tê berhemanîn, li ser para Îraqê ya li OPECê tê hejmartin, tevî ku Hikûmeta Federal ti sûdê jê wernagire."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse