Li 3 parêzgehên Bakurê Kurdistanê meş û xwepêşandan hatin qedexekirin

12-10-2023
Nîşan Dêrsim Dîlok Çewlîg Qedexe
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgehên Dêrsim, Dîlok û Çewlîgê yên Bakurê Kurdistanê hemû çalakiyên wekî xwepêşandan, meş, civînên çapemeniyê, grev, vedana kon û standan hatin qedexekirin.

Biryara qedexekirinê çalakiyên fermî li xwe nagire ku parêzgar û qeymeqam destûrê didin.

Dêrsim

Li gorî daxuyaniya Parêzgariya Dêrsimê ji demjimêr 00:01ê serê sibeha îro heta demjimêr 23:59ê 15ê Çiriya Pêşînê hemû çalakiyên wekî kombûn, xwepêşandan, meş û grev, vedana kon û çalakiyên din qedexe ne.

Qedexe hem li navenda bajêr û hem jî li qezayên Dêrsimê heye.

Dîlok

Parêzgariya Dîlokê jî bi daxuyeniyekê biryara qedexeyê ragihand.

Li gorî vê daxuyaniyê, ji demjimêr 08:00ê îro heta demjimêr 08:00ê serê sibeha roja înê (sibe), hemû çalakiyên wekî xwepêşandan, meş, grev, vedana kon û standan, civînên çapemeniyê û çalakiyên din li navenda bajêr û navçeyan qedexe ne.

Çewlîg

Li Bakurê Kurdistanê biryara qedexeyê ya sêyemîn jî li parêzgeha Çewlîgê hat dayîn.

Li gorî Parêzgariya Çewlîgê, biryara qedexeya meş û xwepêşandanan ji demjimêr 00:01ê serê sibeha îro dest pê dike û heta demjimêr 23:59ê 14ê Çiriya Pêşînê berdewam dike.

Hincet parastina ewlehiyê ye

Di daxuyaniyên her sê parêzgehan de tê îdiakirin ku “bi armanca parastina bingehên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, rêlibergirtina binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêlibergirtina tawanan, parastina maf û azadiyên xelkê û rêlibergirtina her bûyereke din” biryara qedexeyê hatiye dayîn.

Biryara qedexekirinê, çalakiyên fermî li xwe nagire ku parêzgar û qeymeqam destûrê didin.

Demên dawiyê bi hincetên cuda yên ewlehiyê li gelek deverên Bakurê Kurdistanê qedexe tên ragihandin û dema wan qedexeyan jî bi berdewamî tê dirêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst