Beştaş: Em dê di demeke nêzîk de bi Ocalan re bicivin

12-10-2025
RÛDAW
Nîşan Meral Daniş Beştaş Abdullah Ocalan PKK Komîsyon Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endama Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê Meral Daniş Beştaşê got, "Em dê di demeke nêzîk de bi Ocalan re hevdîtinê bikin."

DEM Partiyê li Êlihê bi dirûşma “Civaka Demokratîk û Azadî” mîtîngek li dar xist.

Di mîtîngê de Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê û endama Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê Meral Daniş Beştaş axivî.

Beştaşê diyar kir ku tevî bangên Ocalan û gavên PKKyê jî dewletê heta niha ti gav neavêtiye.

Beştaşê ragihand ku ew dê di demeke nêzîk de bi Ocalan re hevdîtinê bikin û got ku divê deriyên Îmraliyê bên vekirin.

Meral Daniş Beştaş wiha axivî:

“Me gelekî zilm dît. Di 40 salên dawî de kuştin, şkence, koçberkirin û ji her alî ve li hemberî gelê me û me zilm hat kirin.

Lê gelê me ji bo aştiyeke mayînde her tim li ber xwe da. Berxwedan û têkoşîn ti carî bi dawî nebû.

Em gihiştin vê pêvajoyê. Birêz Ocalan ji salên 1990î ve helwest û daxwaza xwe ya ji bo aştiyê nîşan dide.

Li Îmraliyê helwesteke dîrokî nîşan dide. Em dizanin ku ew helwest, daxwaz, îdeolojî û axaftinên wî ji bo tevahiya Rojhilata Navîn dibe perspektîfeke xurt.

Birêz Ocalan 27ê Sibatê helwesteke dîrokî nîşan da. Got, 'Ji niha û pê ve meşa me dê bibe meşa aştî û civaka demokratîk.

Em dê siyaseta demokratîk mezin bikin.' Vê helwest û daxwaza wî li Rojhilata Navîn û cîhanê dengekî mezin veda.

Wan li hemberî me çi kir? Hîn jî gaveke berbiçav neavêtine. Em heta îro vê yekê tînin zimên û xebatan dikin lê hîn gavek nehatiye avêtin.”

“Pêvajoyeke bê hiqûq û bê îrade bi awayekî rast nameşe”

Meral Daniş Beştaşê got, “Divê em di nava du hefteyan de dest bi xebatên darazî bikin” û diyar kir ku divê komîsyona çareseriyê ya li Parlamentoyê hatiye avakirin bi Abdullah Ocalan re bicive.

Meral Daniş Beştaşê da zanîn ku ew dê di demeke nêzîk de bi Ocalan re hevdîtinê bikin û wiha pê de çû:

“Heta niha neçûne lê em dê di demeke nêzîk de biçin cem wî û em dê gotinên wî ragihînin.

Ev du meh in em guhdarî dikin, em guh didin beşên ji Tirkiye û Kurdistanê. Em nirxandinan werdigirin.

Em dizanin ku bingeha aştiyê bi Birêz Ocalan ve girêdayî ye. Ji ber ku ew aktor û mixatabê yekem e.

Li cîhanê nehatiye dîtin ku ev xebat bêyî rêberan hatibin meşandin. Divê bingeha vê pêvajoyê bê dabînkirin.

Hiqûq lazim e. Pêvajoyeke bê hiqûq û bê îrade bi awayekî rast nameşe.

Ji ber vê jî divê em di nava du hefteyan de dest bi xebatên darazî bikin. Serxistina vê pêvajoyê di destê me de ye.

Em alîgirê aştî, biratî, wekhevî û azadiyê bûn. Niha bi hezaran girtî di girtîgehan de ne, bi sedan siyasetmedar tenê ji ber ku siyaset kiriye di girtîgehan de tên ragirtin.

Qeyûm hîn hene. Hevşaredarên me di girtîgehê de ne. Hevala Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş di girtîgehê de ne.

Çima? Ji ber ku piştgiriyê didin xebat û berxwedana ku Birêz Ocalan di girtîgehê de dimeşîne.

Ji ber ku piştgiriyê didin têkoşîna rewa ya gelê Kurd.

Ji ber vê yekê, di vê pêvajoyê de naskirina zimanê me û misogerkirina maf û azadiyên pirsgirêka Kurd bi awayekî yasayî girîng e.

Têkoşîna me ji bo vê yekê ye. Pirsgirêka Kurd di heman demê de pirsgirêkeke hiqûqî ye. Aliyê wê yê herî girîng hiqûq e. Dê hiqûqê nas bike, rêyeke din nîne.

Rêberê Gelê Kurd Ocalan di daxuyaniya xwe ya yekem de got, 'Dê zemîneke hiqûqî û siyasî were avakirin.'

Eger hûn aktorê sereke yê vê pirsgirêkê hîn di girtîgehê de bihêlin, hîn bi hevdîtin û serdanên bi sînor biaxivin, hûn dê çareseriya vê pirsgirêkê bi salan dirêj bikin.

Ji ber vê yekê divê deriyên Girava Îmraliyê bên vekirin.”

“Kurd û Tirkan hûn ji hev cuda dikin”

Azadiya Birêz Ocalan daxwaza bi milyonan mirovan e. Em ji Êlihê bang li wan kesan dikin ku dibêjin gelê Kurd û gelê Tirk bira ne.

Kurd û Tirkan hûn ji hev cuda dikin. Hûn nikarin bi heqaret û tunehesibandina nirxên Kurdan biratiyê pêk bînin.

Biratî bi wekheviyê pêk tê. Yên ku behsa hesasiyet û fikrên gel dikin, bila îro li Êlihê binêrin.

Kî dê guh bide hesasiyeta bajarê Kurdan? Ev gel ji bo ku were naskirin bi bedelên mezin têkoşînê dimeşîne, berxwedanê nîşan dide.

Ev mîtînga azadiya Birêz Ocalan e. Em azadiya wî dixwazin. Em cihekî ku ew tê de azad bijî û azad bixebite dixwazin.

Ji ber ku em naxwazin ev pirsgirêk ji bo deh salên pêş me bimîne. Ji ber vê em gelekî bi biryar in.

Divê nêrîn û hesasiyetên me jî wekî yên Qeyserî, Antalya û Stenbolê li ber çavan bên girtin.

Em hesasiyetên wan li ber çavan digirin. Kodên jiyana bi hev re li vir in.

Tevî nîjadperestî û nêzîkatiyên faşîzan, wan nekarî vî gelî bikin dijminê hev. Bila baş fêm bikin ku ji niha û pê ve jî nikarin bikin dijmin.”

“Besê Hozat neçar ma vegere”

Çareserî di entegrasyona demokratîk de ye, di naskirina ziman û çanda Kurdan de ye. Rêyeke din a çareseriyê nîne.

Heke hebûya heta niha dê çêbibûya. Rojên azadtir nêzîk in. Bes e ku em li ser piyan bisekinin.

Bes e ku em bi vê îradeyê meşa xwe bidomînin. Di 11ê Tîrmehê de divê milîtanên ku çek danîne beşdarî jiyana civakî û siyasî bibin.

Dema Besê Hozatê ev daxuyanî da, ji ber ku rêkixstineke yasayî tinebû, neçar ma ku vegere.

Em dê zemîna hiqûqî ya îradeya wan ava bikin, divê em ava bikin. Eger em di vî warî de bi hev re bixebitin, em dê bi ser bikevin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst