Vahap Coşkun: Mijarên PKK û Sûriyeyê ji hev cuda ne

1 demjimêr berê
RÛDAW
Doç. Dr. Vahap Coşkun ji Rûdawê re axivî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Doç. Dr. Vahap Coşkun ji Rûdawê re axivî / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Pêvajo PKK Rojavayê Kurdistanê Dewlet
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Akademîsyen Vahap Coşkun got, “Meseleya Rojavayê Kurdistanê cuda ye. Pirsgirêka Sûriyeyê mijareke cuda ye.”

Akademîsyenê Zanîngeha Dîcleyê Doç. Dr. Vahap Coşkun pêvajoya çareseriyê ji Nûçegihanê Rûdawê Maşallah Dekak re nirxand.

Coşkun ragihand ku qonaxa hevdîtinên siyasî qediyaye û êdî dem dema derxistina yasayan e.

Wî diyar kir ku divê Tirkiye mijara çekdanîna PKKyê û statuya Rojavayê Kurdistanê tevlîhev neke.

"Pêdivî bi yasayan heye"

Coşkun diyar kir ku heta niha pêvajo bi rêbazên siyasî hatiye meşandin, têkilî hatine danîn û komîsyon hatine avakirin lê êdî ev qonax temam bûye û got:

“Rast e, em hatin dawiya vê qonaxê. Heta îro me bi siyasetê meşand lê ji vê saetê bi şûn de divê hiqûq û yasa bikevin dewreyê.

Ji bo ku bar bikeve ser milê parlamentoyê û ev pêvajo bi silametî bimeşe, pêdivî bi xebateke yasayî ya berfireh heye."

Mekanîzmaya çekdanînê çawa ye?

Coşkun li ser pirsa "Gelo di mijara çekdanînê de krîz heye?" diyar kir ku ew krîzekê nabîne û mekanîzma wiha rave kir:

"Ez niha krîzekê nabînim, di navbera PKK û dewletê de peymanek hebû ku dê pêşî çek bên danîn û paşê gavên hiqûqî bên avêtin.

Di vê pêvajoyê de lihevkirinek heye. Pêşî divê çek bên berdan, pişt re gavên hiqûqî bên avêtin. Rayedarên dewletê dê raporekê bidin Serokkomar û bibêjin 'PKKyê bi temamî çek danîn.'

Dema ev yek hat tescîlkirin û wekî biryarekê hat dîtin, wê demê gavên hiqûqî dê bên avêtin.

Hem MHP û hem jî AK Partî li ser vê mekanîzmayê hevframan in."

"Mijara Sûriye û ya Tirkiyeyê cuda ne"

Doç. Dr. Vahap Coşkun diyar kir ku PKK û rewşa Rojavayê Kurdistanê du mijarên cuda ne.

Coşkun destnîşan kir ku divê Tirkiye pirsgirêka xwe ya navxweyî ya bi PKKyê re û rewşa Sûriyeyê wekî du rewşên cuda binirxîne û got:

"Mijara çekdanînê li vir taybet e. Aktorên Sûriyeyê cuda ne, li wir Şam heye, HSD heye û ew siyaseta xwe dimeşînin.

Li wir lihevkirinek heye. Divê Tirkiye mijara çekdanîna PKKyê li ser esasê yasayî çareser bike.

Mijara Sûriyeyê mijareke din e û divê aliyên wê derê wê çareser bikin."

"Divê yasaya taybet a çekdanînê derkeve"

Wî di dawiyê de bal kişand ser wê yekê ku divê yasayeke taybet ji bo kesên ku çekan datînin were derxistin da ku pozîsyona wan a hiqûqî diyar bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst