Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku ji bo posta Serokkomariya Îraqê bû namzed, namzediya siyasetmedarê navdar ê Kurdistanê Mela Bextiyar hat redkirin.
Rûdaw sedemên vê biryarê eşkere dike û ofîsa wî jî radigihîne ku ew dê li dijî vê biryarê îtiraz bikin.
Ofîsa Taybet a Mela Bextiyar ji Rûdawê re got, "Dûrxistin rast e lê belê sê roj derfeta îtirazê heye.
Ji ber ku bêhnpêdanek dikeve navberê, çar roj wextê me heye û em dê heta roja yekşemê îtîrazê bikin"
Sedemên redkirinê çi ne?
Sedemên redkirina namzediya Mela Bextiyar du xalên sereke ne: Yekem nasnameya dayîka wî û ya duyem jî bawernameyek e ku wî sala 2013an wergirtiye.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, dayîka Mela Bextiyar a ku sala 1952yan koça dawî kiriye, ji ber ku malbata wan di sedsala borî de ji aliyê rejîma berê ya Îraqê ve hatibû dersînorkirin, nasnameya Îraqî ji bo wê nehatibû derxistin û niha ev yek wekî pirsgirêk hatiye nîşandan.
Ofîsa Mela Bextiyar ji Rûdawê re got, "Kekê Bextiyar bawernameyên din jî hene. Ew bawername tevî nasnameya dayîka wî dê radestî aliyên peywendîdar werin kirin da ku namzediya wî bi awayekî fermî were qebûlkirin."
Mela Bextiyar 5ê vê mehê wekî kesekî bêalî ji bo posta Serokkomariya Îraqê serlêdan kiribû.
Ofîsa wî ragihandibû ku ew hîn jî xwe wekî endamê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibîne lê naxwaze bibe dijberê namzedên YNK û PDKyê.
Armanca wî ew e ku eger her du alî li hev nekin, ew bibe namzedê hevbeş ê Kurdan.
Mela Bextiyar kî ye?
- 20ê Tebaxa 1954an li Xaneqînê ji dayîk bûye.
- 10ê Hezîrana 1970yî tevlî Komeleya (Marksîst-Lenînîst) bûye.
- Sala 1974an beşdarî Şoreşa Îlonê bûye.
- Sala 1975an bi fermana serkirdayetiya Komeleyê vedigere Xaneqînê.
- Yek ji wan kesan bû ku navê wî di lîsteya kesên lêgerînê yên hikûmeta Îraqê de bû.
- Sala 1975an bûye endamê serkirdayetiya Komeleya Rencderên Kurdistanê.
- Sala 1976an bûye Endamê Serkirdayetiya YNKyê.
- Sala 1978an bûye berpirsê herêma Helebceyê.
- Sala 1982yan bûye berpirsê Melbendê Rêxistina Silêmaniyê ya YNKyê.
- Sala 1984an Endamê Tîma Dan û Standinkar a Kurd bûye li gel hikûmeta wê demê ya Îraqê.
- Sala 1991ê di Raperînê de xwedî rol bûye.
- Sala 1992yan li Viyanayê beşdarî kongreya aliyên mixalefetê yên Îraqê bûye.
- Sala 1993yan bûye Berpirsê Mekteba Rêxistinên Demokratîk ên YNKyê.
- Sala 1995an bûye Serokê Komîteya Olîmpiyatê ya Kurdistanê.
- Sala 1995an bûye Endamê Parlamentoya Kurdistanê.
- Sala 2001ê bûye Endamê Mekteba Siyasî ya YNKyê.
- Sala 2009an bûye Endamê Desteya Birêvebir a Mekteba Siyasî ya YNKyê.
- Sala 2010an bûye Berpirsê Desteya Birêvebir a Mekteba Siyasî ya YNKyê.
- Ji xeynî karê siyasî, nivîskarê gelek pirtûkan e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse