Heyva Sor a Îranê: Li 12 parêzgehan 121 kes birîndar bûne

13-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îran Îsraîl Heyva Sor a Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Heyva Sor a Îranê li ser encamên êrişên Îsraîlê daxuyanî da û got, "Di encama êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê de li 12 parêzgehan 121 kes birîndar bûne."

Berdevkê Heyva Sor a Îranê Micteba Xalidî ragihand, "95 kes veguhastine nexweşxaneyan û 26 kesên din jî sivik birîndar bûn ku her li cihê bûyerê hatine dermankirin."

Micteba Xalidî diyar kir ku li parêzgeha Azerbaycana Rojhilat yek ji endamên Heyva Sor di dema bicihkirina erkê xwe de hatiye kuştin.

Berdevkê Heyva Sor a Îranê behsa hewara birîndaran kir û got, "140 tîmên Heyva Sor û her wiha 670 xwebexş û hêzên taybet di vê operasyonê de beşdar in."

Îsraîlê destê sibehê nêzîkî saet 03:00yan bi mûşekan tesîsên nukleerî û baregehên leşkerî yên Îranê bombebaran kirin.

Di êrişan de Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî, Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Husên Selamî, Fermandarê Biryargeha Navendî ya Xatemul Enbiya Xulam Elî Reşîd, Serokê Zanîngeha Azad Mihemed Mehdî Tehrançî û Serokê berê yê Rêxistina Enerjiya Atomî ya Îranê Fereydûn Ebasî Fermandarê Giştî yê Hêzên Asmanî û Fezayê yên Îranê Emîr Elî Hecîzade hat kuştin.

Piştî êrişa Îsraîlê Îranê jî bi mûşek û dronan êrişî Îsraîlê kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst