David Petraeus: Serkeftina Ehmed Şer serkeftina me ye

14-10-2025
RÛDAW
Nîşan David Petraeus Ehmed Şer Sûriye Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê berê yê hêzên Amerîkayê yê Îraqê û Serokê berê yê Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) David Patareus diyar kir ku serkeftina Ehmed Şer serkeftina Amerîkayê ye

David Patareus li ser Ehmed Şer, paşeroja Heşdî Şebî, hikûmeta Îraqê û gefên DAIŞê ji Rûdawê re axivî.

David Petraeus bi awayekî taybet bal kişand ser rola Ehmed Şer a di "Sûriyeya nû" de û bangî Kongreya Amerîkayê kir ku cezayên li ser Sûriyeyê rake.

David Petraeus derbarê wergirtina desthilatê ya ji aliyê Ehmed Şer ve ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, ev kêliyeke ecêb bû, ji ber ku "bi awayekî hêsan, eşkere ye ku em li du eniyên dijber bûn."

Petraeus got, "Ehmed Şer piştî ku pênc salan di zindana Amerîkayê de ma ji ber ku serokê şaneyeke El Qaîdeyê ya li Îraqê bû, niha serokê Sûriyeyeke nû ye.

Ehmed Şer ew kes e ku hêzên ku rejîma xwînrêj a Beşar Esed rûxandin ava kir.

Ehmed Şer di gelek aliyên aboriya Sûriyeyê de gelekî şareza bû.”

Serokê berê yê CIAyê teqez kir ku hêviyeke wî ya mezin heye ku Ehmed Şer serkeftî be û got, "Serkeftina Ehmed Şer serkeftina me ye."

Paşeroja Heşdî Şebî û Hikûmeta Îraqê

Petraeus derbarê paşeroja Heşdî Şebî û hikûmeta Îraqê xwe ji axaftinê dûr girt û got:

"Ez bawer im dema ku ji bo hilbijartinan çend hefte mabin, kesên jîr xwe ji axaftina li ser vê mijarê dûr digirin."

Gelo dê Ehmed Şer nenavendîbûnê bide bakur û rojhilatê Sûriyeyê?

Petraeus li ser pirsa gelo dê Ehmed Şer nenavendîbûnê bide bakur û rojhilatê Sûriyeyê got:

"Ehmed Şer got ku ew dixwaze dîtineke gelekî mezin pêk bîne.

Ew dîtin jî yekparçeyiya welat û misogerkirina nûnertiya hemû pêkhateyan di hikûmetê de ye, li gorî rêjeya nifûsa wan. Her wiha misogerkirina parastina mafên pêkhateyan e, ne tenê desthilata piraniyê."

Rola Pêşmerge û alîkariya Amerîkayê

David Petraeus li ser rola Pêşmerge û berdewamiya alîkariya Amerîkayê jî axivî.

Fermandarê berê yê Amerîkayê got ku ew zêdetirî 20 salan e bi Pêşmerge re kar dike û Pêşmerge di Adar û Nîsana 2003yan de di rizgarkirina Îraqê ji rejîma Sedam Husên de roleke berbiçav lîstiye.

Petraeus di berdewamiyê jî de got, "Di wan çar salên ku min wekî generalekî li Îraqê derbas kirin, me gelek caran hevkarî dikir.

Me ne tenê bi Pêşmerge re hevkarî dikir lê me alîkariya Pêşmerge jî kir da ku bibe hêzeke jêhatîtir."

Banga rakirina sizayan

Petraeus daxwaz ji Kongreya Amerîkayê kir ku cezayên li ser Sûriyeyê rake.

Li gorî Petraeus, ev ceza rê li ber hilberîna di warên darayî, avahîsazî û enerjiyê de digirin ku ji bo avakirina welat gelekî girîng in.

Pirsên Rûdawê û Bersivên David Petraeus wisa ne:

Rûdaw: Nêrîna te li ser diyaloga di navbera HSD û Ehmed Şer de li Sûriyeyê çi ye?

David Petraeus: Ev ji bo min kêliyeke ecêb bû. Bi awayekî hêsan, eşkere ye ku em li du eniyên dijber bûn. Salan şûnde, Ehmed Şer piştî ku pênc salan di zindana Amerîkayê de ma ji ber ku serokê şaneyeke El Qaîdeyê ya Îraqê bû, niha serokê Sûriyeyeke nû ye.  (Şer) ew kese ku hêzên ku rejîma xwînrêj a Beşar Esed rûxandin ava kir. Divê ez bibêjim ku ez gelekî pê heyran mam. Ew di gelek aliyên aboriya Sûriyeyê de gelekî şareza bû. Ew li ser tiştê ku dixwaze bike zelal bû. Bipêşxistina vê yekê dê gelekî zehmet be. Hêviyeke min a mezin heye ku ew di bidestxistina tiştê ku dixwaze de serkeftî be, ji ber ku serkeftina Ehmed Şer serkeftina me ye.

Rûdaw: Tu li ser paşeroja Heşdî Şebî û hikûmeta Îraqê çi dibêjî?

David Petraeus: Bi rastî ez xwe ji vê yekê dûr digirim. Ez bawer im dema ku ji bo hilbijartinan çend hefte mabin, kesên jîr xwe ji axaftina li ser vê pirsê dûr digirin.

Rûdaw: Gelo tu bawer dikî ku Ehmed Şer dê nenavendîbûnê bide Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê?

David Petraeus: Wekî min got, Ehmed Şer got ku ew dixwaze dîtineke gelekî mezin pêk bîne. Ew dîtin jî misogerkirina yekparçeyiya welat û nûnertiya hemû pêkhateyan di hikûmetê de ye, li gorî rêjeya nifûsa wan. Her wiha misogerkirina parastina mafên pêkhateyan e, ne tenê desthilata piraniyê.

Rûdaw: Li gorî nirxandina te, rêxistina DAIŞê hîn jî gef e li ser Îraqê?

David Petraeus: Gefa DAIŞê li Îraqê bi awayekî berçav kêm bûye lê hîn jî tundrewên takekesî hene. Bê guman li Sûriyeyê hîn tundrewên çalak hene û ew cihê dilgiraniyeke mezin e.

Rûdaw: Tu rola Pêşmergeyan li Herêma Kurdistanê çawa dibînî û gelo dê alîkariya Amerîkayê ji bo Pêşmergeyan berdewam bike?

David Petraeus: Ez nikarim li ser navê siyaseta Amerîkayê li ser Pêşmerge biaxivim. Tiştê ku ez dikarim bêjim ew e ku ez zêdetirî 20 salan e bi Pêşmergeyan re kar dikim. Di Adar û Nîsana 2003yan de Pêşmergeyan di rizgarkirina welat ji rejîma xwînrêj a Sedam Husên de roleke berçav lîst. Di wan çar salên ku min wekî generalekî li Îraqê derbas kirin, me gelek caran hevkarî dikir. Me ne tenê bi Pêşmergeyan re hevkarî dikir lê me alîkariya Pêşmergeyan jî kir da ku bibe hêzeke jêhatîtir.

Rûdaw: Di hevdîtina xwe ya bi Ehmed Şer re, te ti amadeyî di wî kesayetiya wî ji bo Sûriyeyeke lîberal û demokratîk dît?

David Petraeus: Ez tenê dikarim bêjim ku Ehmed Şer hemû gotinên rast kirin. Gelekî zîrek bû, xwedî kesayetiyeke mezin û karîzmayê ye lê niha divê em bibînin ka ew dê vê dîtinê bike rastî. Wekî min berê jî got, ez gelekî hêvîdar im ku di vî karî de serkeftî be, ji ber ku serkeftina Ehmed Şer serkeftina me ye. Em dixwazin Sûriye bi yekgirtî bimîne. Em naxwazin ew bibe parçeyên neteweyî û taîfî. Em gelekî kêfxweş in ku Sûriye êdî ne hevpeymanê rejîma Îranê ye. Ev guherîneke stratejîk a girîng e li herêmê. Niha ku ev yek pêk hatiye, divê em çi ji destê me tê bikin ji bo piştgirîkirina Ehmed Şer û hikûmeta nû ya Sûriyeyê. Min daxwaz kiriye ku Kongreya Amerîkayê cezayên din li ser rake ku rê li ber hilberîna di warên darayî, avahîsazî û enerjiyê de digirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst