Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku balafirên bêmirov ên artêşa Tirkiyeyê li bajarê Meskene û gundewarê Tebqeyê xalên wan kirine hedef û di encamê de hinek şervanên wan birîndar bûne.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê derbarê rûdanên dawî bi rêya hesabê xwe yê Telegramê agahî belav kirin.
Li gorî wan agahiyan, hêzên Şamê li gundê Zubeydeyê yê li gundewarê başûrê Dêr Hafirê hewl daye ku derbasî herêmên di bin kontrola HSDyê de bibin.
HSDyê li ser encamên şer got: “Hêzên me bersiv da hewla derbasbûnê ya komên girêdayî hikûmeta Şamê û ew têk birin.
Çekdar piştî ku di hewla xwe de bi ser neketin, di bin sîbera balafirên bêmirov û bi bikaranîna çekên giran neçar man ku birevin.”
Dronên Tirkiyeyê
HSDyê di beşeke din a daxuyaniya xwe de bal kişand ser zêdebûna êrişên artêşa Tirkiyeyê û anî zimên:
“Di çarçoveya tundkirina êrişan de, balafireke bêmirov a Tirkiyeyê ya cureyê ‘Bayraktar’ li gundê El-Buasiyê yê li gundewarê bajarê Tebqeyê xaleke hêzên me kir hedef.
Di encamê de hinek şervanên me birîndar bûn û ji bo tedawiyê hatine veguhastin.”
Hat diyarkirin ku ev di nava hefteyekê de êrişa sêyem a balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê ye ku li wê herêmê pêk tê.
Li Meskeneyê êrişa duyem
Li gorî agahiyên ku HSDyê parve kirine, balafirên Tirkiyeyê di nava heman rojê de du caran li bajarê Meskeneyê xaleke leşkerî ya şervanan bombebaran kiriye.
HSDyê ragihand ku di êrişa Meskeneyê de ti xisarên canî çênebûne lê xisarên madî hene.
HSDyê ev êriş wekî "pêvajoyeke metirsîdar" bi nav kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse