Li Rojavayê Kurdistanê qedexeya çûnûhatinê tê rakirin

14-06-2020
RÛDAW
Nîşan Rojava Kurdistan Rêveberiya Xweser Qedexeya hatinûçûnê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser  biryar da, ku roja 16ê Hezîranê qedexeya çûnûhatinê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyê bê rakirin.

Di daxuyaniyekê de, Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand, ku qedexeya çûnûhatinê ku bi armanca rêgirtin li ber belavbûna vîrusa koronayê hatibû bicîkirin, dê bê rakirin.

Biryar bi hejmara 63an û ji aliyê Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser ve hatiye dan û tê de tê gotin: “Qedexeya beşî ya ji ber şewba Koronayê ji 16/06/2020 ve radibe.”

Di heman daxuyaniyê de, hatiye diyarkirin ku deriyên sînorî dê girtî bimînin heya ku biryareke nû derbarê wan de tê dayîn.

Li herdu deriyên el-Tayihe û Tebqa yên bi navçeyên di jêr desthilata hikûmeta Sûriyê re dê ji bo haletên mirovî yên weke nexweşî û jibo xwendekaran vekirî bin.

Rêveberiya Xweser cara yekem ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa koronayê, di 21ê Adara îsal de qedexeya çûnûhatinê ragihandibû û piştre bo çendên caran ew qedexe dirêj kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst