Ji ber êrîşa Tirkiyê Solîn tevî saza xwe koçber bû

14-11-2019
RÛDAW
Keça Kurd a 15 salî, Solîn ji ber êrîşa Tirkiyê ji Rojavayê Kurdistanê ve koçberî Başûrê Kurdistanê bûye.
Keça Kurd a 15 salî, Solîn ji ber êrîşa Tirkiyê ji Rojavayê Kurdistanê ve koçberî Başûrê Kurdistanê bûye.
Nîşan Başûrê Kurdistanê Berdereş Rojavayê Kurdistanê Solîn Çarenivîsa Rojava
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Keçeke Kurd a ji Qamişloyê ya bi navê Solîn bi saza xwe ve ji ber êrîşa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurdistanê, koçberî Başûrê Kurdistanê bûye û niha tevî malbata xwe li kampa Berdereşê dimîne.

Ji ber êrîşa Tirkiyê û gurûpên çekdarên Sûrî yên ser bi Tirkiyê ve bo ser Rojavayê Kurdistanê ve heya niha zêdetirî 13 hezar kes ji Rojavayê Kurdistanê ve koçberî Herêma Kurdistanê bûne, û li kampên Gewêlan û Berdereşê bicih bûne.

Li Kampa Berdereşê keçeke 15 salî ya xelka Qamişlo heye, ku navê wê Solîn e û piştî êrîşa Tirkiyê ya bo ser Rojava koçber bûye. Solîn ne tenê bi xwe koçber bûye, lê belê saza xwe jî bi xwe re aniye koçberiyê.

Keça Kurd, Solîn sazjeneke baş e û di bin konên kampê de, ew sazê dijene û stranên Kurdî dibêje.

Solîn tevî ku hunermend e, xwenekar e jî lê ji ber êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê û koçberbûnê, ji xwandinê dûr ketiye û ji ber wê yekê jî gazinan dike.

Solîna Kurd dibêje: “Ez li Qamişlo di pola 11an a zanistî de bûm, min dixwest bibim doktor, ji ber ku ew xewna min e, ez dixwazim bibim pizîşk û alîkariya xelkê bikim.”

Bi êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê re ku ji roja 9ê Cotmeha 2019an ve dest pê kir, jiyana Solînê û hemû kurdên Rojavayê Kurdistanê tenê di heyama şev û rojekê de guherî.

Li şûna ku weke hemû rojên berê, sibehiyan zû ji xew rabe û canteyê xwe yê pirtûkan hilgire û berê xwe bide dibistanê, ew niha koçber bûye û di bin konê li kampê de dijî û mijûlî anîna ava vexwarinê û wergirtina xwarinê bûye.

Derbarê jiyana xwe ya li Rojavayê Kurdistanê ya berî êrîşa Tirkiyê de, Solîn ji Rûdawê re da xuyakirin: “Ez li Sûriyê, di saet 7ê sibehî de radibûm û ez diçûm xwandingehê û ji saet 12ê şûnde ez diçûm dewreyên xwe yên pola 11an. Piştî dewreyên xwe ez diçûm Toefl, du saet bûn ji saet 2 heta 4 ez li wir dimam, paşê ez vedigeriyam û ji nû ve min firavîn dixwar.”

Tevî ku jiyana Solînê û malbata wî weke piraniya Kurdên Rojavayê Kurdistanê zehmet bûye, lê belê ew bi saza xwe û jenîna muzîkên Kurdî, dilê xwe û endamên malbata xwe aram dike û bo demeke kurt be jî dilê wan xweş dike.

Solîn weke zarokên din ên li Kampa Berdereş, hêviyên wê êdî ji berê cudatir in, ew niha ti daxwazan ji dayik û bavê xwe nake û di vê rewşa zehmet a niha de alîkariya malbata xwe dike.

Li gorî yasayên navdewletî yên taybet bi mafên zarokan, zarok divê bixwînin û zaroktiya xwe bijîn, lê belê Solîn û gelek zarokên din ên Rojava niha tenê li pey debara jiyanê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst