Hewlêr (Rûdaw) - Mesrûr Barzanî di salvegera 241emîn a avakirina bajarê Silêmaniyê de pîrozbahî li xelkê kir û got, "Em dê di xizmetkirina zêdetir a xelkê Silêmaniyê de berdewam bin."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di salvegera 241emîn a avakirina bajarê Silêmaniyê de peyameke pîrozbahiyê belav kir û hêviya "bipêşketin û geşbûnê" ji bo bajêr xwest.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de anî ziman, "Ez pîrozbahiyên herî germ li xelkê hêja yê bajarê Silêmaniyê dikim.
Silêmanî wekî bajarekî girîng û navendeke diyar a rewşenbîrî û wêjeyê û xwedî dîrokeke tijî serwerî ya di xebat û têkoşîna gelê Kurdistanê de, hêjayî xizmetguzariyeke zêdetir e."
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de her wiha got:
"Em piştrastiyê didin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê di baştirkirina rewşa xizmetguzariyan û xizmetkirina zêdetir a xelkê Silêmaniyê û hemû bajar û navçeyên Kurdistanê de berdewam be."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse