Hewlêr (Rûdaw) - Malbatele Kurd ku ev bêtirî 5 salan bû li Helebê koçber bû, vegeriya Efrînê.
Malbat bi dilgermî ji aliyê kesûkarên xwe ve hat pêşwazîkirin.
Tevî hemû binpêkirinên ku grûpên çekdar li Efrînê dikin, dîsa jî her demekê hinek malbatên Kurd ku ev bêtirî 5 salan in koçber bûne vedigerin warên xwe.
Herî dawî malbateke Kurd ji Helebê vegeriya bajarokê Cindirêsê.
Malbat li Cindirêsê ji aliyê malbatên xwe ve bi dilekî germ hat pêşwazîkirin.
Kesûkarekî malbatê dîmenên pêşwazîkirina wê malbatê ji Rûdawê re şandin.
Piştî dagirkirina Efrînê di sala 2018an de bêhtirî 500 hezar kesî ji Efrînê derketin û li navçeyên Şehba û taxên Kurdnişîn ên li Helebê bicih bûbûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse