Germahî li bakurê welêt bandoreke neyînî dike: ‘Dermekevin derve!’

15-07-2025
RÛDAW
Nîşan Germahî Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgehên Bakurê Kurdistanê germahî 50 pile dinivîsîne lê ya ku tê hîskirin zêdetirî vê pileyê ye.

Welatiyên navçeya Qoserê ya parêzgeha Mêrdînê bêhna wan çikiyaye û xwe avêtina baxçeyan lê diyar e ku bê fêde ye.

Dikandar dibêjin ji ber germahiyê ew dikanên xwe digirin û bandoreke xirab li bazarê jî kiriye.

Welatiyê bi navê Diyar Erkan li ser rewşê got:

“Xelk li ber dikanê avê dixwaze lê av jî germ e.

Sarinc sar nake, ji doh ve me av xistiyê lê sar nekiriye.

Makîneya wergirtina pereyan ji ber germahiyê naxebite.

Qîra li ser rê ji germahiyê heliyaye.

Bi qasî ku hênik dibe, em hinek tiştan difiroşin lê bazar kêm bûye.”

Li parêzgeha Amedê jî welatî ji germahiya zêde bêzar bûne.

Li nexweşxaneyan hejmara nexweşan zêde bûye ku piranî ji ber germahiya zêde ye.

Bijîşk dibêjin bi taybetî zarok û kesên ku nexweşiyên wan hene divê avê zêde vexwin û rasterast li bin tavê nemînin.

“Dermekevin derve”

Bijîşkê Beşa Nexweşiyên Singê ya Zanîngeha Dîcleyê Abdurrahman Şenyîgît anî ziman:

“Kesên nexweşiyên wan ên wekî şêkir, tengenefesî, alerjî hebe û di ser 60 salî re bin divê gelekî baldar bin û eger ne neçar bin, dermekevin derve.

Eger derdikevin jî bila kuman bidin serê xwe û karê xwe bilez bikin û vegerin malê.

Herî kêm divê 4-5 lître av vexwin.”

Li gorî Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê roja duşemê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê germahî 48,1 pile û li navçeya Nisêbînê jî 47,4 pile hat tomarkirin.

Sazî hişyariyê dide ku welatî danê nîvro dernekevin derve û tedbîrên pêwîst wergirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst