Hewlêr (Rûdaw) - Sekretêrê Partiya Pêşverû Hemîd Hecî Derwêş û Endamê Desteya Serokayetiya ENKSê Nimet Daûd derbarê geşedanên li herêmê û rewşa Rojavayê Kurdistanê de axivîn.
Derwêş dibêje, pêwîst e PYD gavekê ber bi aliyên din ên Kurdî ve biavêje û Nimet Daûd jî diyar dike ku divê rêveberiyeke nû were avakirin.
“PYD xwe ferz dike, ev dê ziyanê bigihîne Kurdan”
Sekretêrê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Hemîd Hecî Derwêş, ji Rûdawê re ragihand, tevî gef û metirsiyên li ser Rojavayê Kurdistanê, lê heta niha jî PYDê xwe ferz kiriye û got, di encama vê siyasetê de, dê ziyan bigihêje hemû Kurdên Rojavayê Kurdistanê.
Hemîd Hecî Derwêş herwiha aşkere kir ku ji bo vê qonaxê û ji bo ku ti karesatek çê nebe, divê PYD zû gavekê ber bi aliyên din yên Rojavayê Kurdistanê ve biavêje yan jî dê rojên xirab li pêşiya hemûyan bin.
"Rêvebirina Rojava dibe sedema krîz û aloziyan"
Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimniya Kurd li Sûriyê (ENKS) Nimet Daûd jî ji Rûdawê re aşkere kir ku birêvebirina Rojavayê Kurdistanê dibe sedema çêbûna kirîz û aloziyan.
Nimet Daûd got ku ji ber hindê pêwîst e, rêveberiyeke hevbeş bi beşdariya hemû aliyan were avakirin û got, ku divê bingeha wê birêveberiyê rêkeftina Duhokê be.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse