AMED - Li Licê û Hênêyê agir bi daristanan ket

15-08-2025
RÛDAW
Nîşan Hênê Licê Amed Agirê Daristanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Licê û Hênê yên Ameda Bakurê Kurdistanê agir bi daristanan ket û tîmên agirvemirandinê hewl didin agir vemirînin.

Li gundê Gomêçê ya Hênê û li Deşta Fîsê ya Licê li daristanên ku darên mazî lê hene agir derketiye.

Li ser agahdarkirinê, tîmên AFAD, cendirme, agirvemirandinê û Birêvebiriya Daristanan a Amedê ji bo herêmê hatin şandin.

Li gorî zanyariyên Nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akincî, ji Birêvebiriya Daristanan 30 karmend û 5 wesayîtên agirvemirandinê û her wiha tîmên agirvemirandinê yên hinek şaredariyan hewl didin agirê li Deşta Fîsê vemirînin.

Her wiha li gorî zanyariyan tîm ji bo ku agir negihîje gund û cî û warên niştecihan xebatên xwe didomînin.

Li aliyê din, hat zanîn ku li ser metirsiya valakirina gund û mezrayan, 3 wesayîtên lêgerîn û rizgarkirinê û 12 karmendên lêgerîn û rizgarkirinê yên AFADê jî ber bi herêmê ve hatine şandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst