Destpêka Nû deklarasyona xwe bo raya giştî eşkere kir

15-10-2022
Ferdî Sak
Nîşan Destpêka Nû Deklarasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - "Destpêka Nû" bi armanca ku bibe partiyeke navendî ya Kurdî, dest bi xebatên xwe yên partiyê kiriye û îro deklarasyona xwe ji raya giştî re eşkere kir. Yek ji Rêveberên Destpêka Nû derbarê armancên partiya xwe de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got "Armanca me ya sereke ew e ku em pirsa Kurd çareser bikin û statuya Kurdan bidestbixin. Meseleya me ya girîng û sereke ev e.”

Destpêka Nû ku bernameya xwe li ser bingeha azadiya nasnameya Kurdî daniye kesên wek Dr. Engîn Yilmaz, avahîsaz Enes Atîla Pay, parêzer RamazanTuncer û parêzer Mahmut Koyuncu û hinek navên ku beriya niha di xebatên gelek rêxistinên sivîl de cih girtine hene.

Yek ji rêveberên Destpêka Nû Enes Atîla Pay ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku wan îro 15ê Cotmeha 2022ê li Stenbolê deklerasyona xwe ji raya giştî re eşkere kirine.

Enes Atîla Pay derbarê naveroka dekleresyona Destpêka Nû de amaje bi wê yekê jî da ku ji bo siyesata Kurdî îro wan destpêkirina pêvajoya partiyeke nû ragihandiye û got "Destpêkê em dê pêvajoyê ligel damezrêner û rêveberan gotûbêj bikin. Piştî ev pêvajo qediya em dê ji bo partiya xwe bi awayek fermî serlêdanê bikin. Em dixwazin partiyeke wiha ava bikin ku siyaseta wê navendî û girseyî be."

Wî rêveberê Destpêka Nû herwiha derbarê armancên partiya xwe de jî got: "Armanca me ya sereke ew e ku em pirsa Kurd çareser bikin û statuya Kurdan bidest bixin. Meseleya me ya girîng û sereke ev e. Ya duyem jî em dixwazin nûnertiya Kurdan bikin. Ji ber vê meselê jî hem li Bakurê Kurdistanê  û hem jî li Tirkiyê em dixwazin xebatên xwe bi awayek berfireh bimeşînin û partiyeke ku ji bo siyaseta Kurd bibe siwanek ava bikin."

Li ser navê Destpêka Nû, endamê rêveberiyê Dr. Engin Yilmaz berî niha ji Rûdawê re ragihandibû ku li Tirkiyê siyaseta Kurdî ya heyî xitimiye, lewra bi navê Destpêka Nû ev demeke dirėj e wan xebatek bo peydakirina rêyeke nû dane destpêkirin û niha dem hatiye vê xebata xwe bi raya giştî re parve bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst