Li Meletiyê erdhej çêbû

16-02-2024
RÛDAW
Nîşan Meletî Erxa Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Arxayê ya Meletiyê bi hêza 4,1 pileyan careke din erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) ragihand  li navçeya Arxayê ya Meletiyê demjimêr 06:54an bi hêza 4,1 pileyan erdhejek çêbûye.

AFADê da zanîn ku erdhej û 8,9 kîllometreyan di bin erdê de çêbûye.

Derbarê zererên canî û madî de heta niha ti zanyarî nehatine bidestxistin.

Piştî erdhejên 6ê Sibata 2023yan zêdeyî salekê ye erdhejên paşekî berdewam in û pisporên erdhejê bi taybet hişyariyan didin ku divê ji bo erdhejên bihêz jî amadekarî hebin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst