Li Mûşê muxtarên 4 gundan ji kar hatin dûrxistin

16-03-2020
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Mûş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Muxtarên çar gundên ser bi navçeya Milazgira parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê ji kar hatin dûrxistin.‎

Li gor medyaya Tirkiyê, bi biryara Wezareta Navxwe ya wî welatî 12ê Sibata îsal di operasyonekê de hêzên ewlekariyê ‎yên Tirkiyê bi ser malên muxtarên 4 gundên ser bi Milazgirê ‎de girtin.

Di wê operasyonê de, muxtarê gundê Yeramîşe Mehmet Kaya, muxtarê gundê Axwêran Milazim ‎Altun, muxtarê gundê Elîqarxane Sertip Demir û muxtarê gundê Qasimî Salih Soylemez hatin desteser kirin.‎

Ew her çar muxtar bi hinceta ku hatine desteserkirin, bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ji kar hatin ‎dûrxistin.

Tê çaverêkirin ku li şûna wan muxtaran qeyûm bên danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst