Li Hewlêrê dronek hate xistin

16-06-2025
RÛDAW
Piştî ketina dronê agir bi derdorê ket /Wêne: Rûdaw
Piştî ketina dronê agir bi derdorê ket /Wêne: Rûdaw
Nîşan Hewlêr Dron
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şeva borî li Hewlêrê dronek hate xistin. Tê texmînkirin ku dron ji aliyê sîstema parastina asmanî ya Konsulxaneya Amerîkayê ve hatibe xistin.

Nûçegihanê Rûdawê Mistefa Goran ji cihê bûyerê ragihand ku hêzên polîs û asayîşê derbarê bûyerê de lêkolînê dikin.

Dron li bakurrojhilatê Hewlêrê, li nêzîkî avahiya nû ya konsulxaneya Amerîkayê ketiye xwarê.

Tê texmînkirin ku dron ji aliyê sîstema parastina asmanî ya konsulxaneyê ve hatiye lêdan û bêbandorkirin.

Nûçegihanê Rûdawê ragihand ku rewşa navçeyê aram e û ew agirê ku ji ber ketina dronê derketibû, hatiye kontrolkirin.

Li gorî wan dîmenên ku gihîştine Rûdawê, tê dîtin ku ew tiştê dişibe dronê li herêmeke niştecihbûnê dikeve xwarê û dibe sedema derketina agir.

Hêzên ewlehiyê û berpirs heta niha derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedaye.

Konsulxaneya Amerîkayê jî derbarê wê yekê de ku ka dron ji aliyê wan ve hatiye xistin xwarê an na, ti agahî nedaye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst