PDK-S: Hewldanên dijî yekrêziya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê nagihin armanca xwe

16-08-2020
RÛDAW
Nîşan Rojava PDK-S Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriyê PDK-Sê derbarê êrîşa li ser navenda wê partiyê ya li Qamişlo de daxwaz kir, kesên êrîşkar bêne cezakirin û got, hinek alî ku dijayetiya yekrêziya Kurdan dikin, li pişt vê êrîşê ne û soz da, ku dijberên yekrêziya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê negihin armanca xwe

PDK-Sê eşkere kir, xerabkirina ala Kurdistanê û logoya partiya wan û nivîsandina siloganan li ser navenda partiya wan ji aliyê Ciwanên Şorişgêr ve, “hewlek e ji bo têkdana ewlehî û istiqrara siyasî ya li navçeyê û derxistina astengiyan li pêşiya diyaloga di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştîmanî ya Kurd (PYNK) de”.

PDK-S dibêje, “hinek alî ku dijayetiya yekrêziya Kurdan dikin, li pişt vê êrîşê ne”.

Di beşeke din a daxuyaniya xwe de PDK-Sê destnîşan dike, armanca wan a stratîjîk serxistina danûstandinên aliyên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ye, ku niha bi serpereştiya Amerîkayê ji bo yekrêziya Kurdan birêve dice û tekez dike, hewlên ji bo derxistina astengî û pirsgirêkan li pêşiya danûstandinên Kurdî-Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê nagihin encamên xwe yên çaverêkirî.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Em wek Partiya Demokrata Kurdistan-Sûriye wiha dibînin ku ew kar û kiryarîn pûç li dijî prensîpa vê hevbeşiyê ye ku ji bo wê hewl tê dan û aliyên li dijî yekrêzî û yekîtiya helwêsta Kurdî li pişt vê ne û em tekez dikin, ku danûstandinên heyî yên bi serpireştiya Wîlayetên Yekgirtî yên Amerîkayê hêj jî armanca stratejîk a partiya me ye û hemû hewldanên ji bo derxistina astengiyan li pêşiya danûstandinan nagihin armancên xwe yên çaverêkirî, herwiha partiya me tekez dike ku li kêleka Encûmena Niştimaniya Kurdî dimîne bo berdewamîdan ji bo bidestxistina yekrêzî û helwêsta siyasî ya tevgera siyasî ya Kurdî li Sûriyê, bi mebesta bidestxistina armanc û hêviyên gelê me ku azadî û demokrasî ye, weke xweamadekirinekê ji bo qonaxa li pêş û şayiseteyan di hemû waran de.”

Duh Şemiyê 15ê Tebaxa 2020 grûpa bi navê Ciwanên Şoreşger li bajarê Qamişlo êrîşî navendeke PDK-Sê kiribûn û logoya partiyê û Ala Kurdistanê ya li ser navendê xirab û boyax kiribûn.

Endamê Rêveberiya ENKSê û Berpirsê Îdarî yê Polîtbûroya PDK-Sê Mihemed Îsmaîl derbarê vê yekê de ji Rûdawê re ragihandibû, Ciwanên Şoreşger li bajarê Qamişlo êrîşî navendeke wan kirine û logoya partiyê û Ala Kurdistanê jî li ser dîwarê navendê boyax kirine û siloganên PKKê li ser derî û dîwarê avahiya navenda wan nivîsandine.

Her têkildarî bûyerê Berpirsê Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mistefa Balî jî ji Rûdawê re ragihandibû, ku çend kesên bê serûber êrîşî navenda PDK-Sê ya li Qamişlo kirine, ku wî ew yek wek karekî “nezanî” û “kiryarek têkderane ku navê Rêveberiya Xweser xirab dike” bi nav kiribû û tevî şermezarkirinê tekez kiribû, kesên êrîşkar dê bêne cezakirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst