SILOPIYA - Kesekî hevjîna xwe da ber kêrê: Zarokê di zikê wê de kuşt

16-10-2025
RÛDAW
Nîşan Silopiya Kêr Êriş Hevjîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Silopiyayê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê kesekî hevjîna xwe ya ducanî da ber kêrê û zarokê di zikê wê de kuşt.

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji çavkaniyekî ji Silopiyayê wergirtine ev demek e di navbera Mehmet Odemîş û hevjîna wî ya ducanî J.M.B.B.ya ku tê gotin ji Başûrê Kurdistanê ye alozî hebû.

Jina navborî piştî nîqaş û aloziyan ji mala xwe çûbû.

Lê her du hevjîn îro li dikaneke li taxa Dîcleyê ya navçeya Silopiyayê hev dibînin û di navbera wan de nîqaşek dest pê dike.

Piştî demek ji nîqaşê Mehmet Odemîş bi kêrê êrişî hevjîna xwe ya ku 6 meh in ducanî bû kir.

J.M.B.B. di bûyerê de bi giranî birîndar bû û tîmên tenduristiyê ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyayê.

Di pişkinînên li nexweşxaneyê de diyar bûye ku zarokê jina ducanî ji ber derbên kêran di zikê wê de canê xwe ji dest daye.

Hat ragihandin ku J.M.B.B li nexweşxaneyê tê tedawîkirin û hêzên ewlehiyê ji bo desteserkirina hevjînê wê ku piştî bûyerî reviyabû dest bi xebatan kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst