MÛŞ – Çû kivarkan, meteor dîtin

16-11-2023
Nîşan Mûş Meteor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Mûşa Bakurê Kurdistanê kesê ku çû kivarkan, meteor dîtin.

Hiyasettîn Senemê ku li gundê Mizgeftokayê yê navçeya Têliyê ya Mûşê dijî, li nav zeviya xwe meteor dîtin.

Li gorî agahiyên malpera Alparslan Diyariyê, cotkarê bi navê Hiyasettîn Senem, dema ji bo berhevkirina kivarkan li nav zeviya xwe de digere lê ji nîşka ve hinek kevirên cuda dibîne.

Hiyasettîn bi alîkariya apê xwe keviran dibe gund.

Piştre keviran nîşanî endamê perwerdeyê yê AFADê Dr. Îskender Dolek dide.

Li gorî lêkolîna yekemîn, tê texmînkirin ku ev kevir meteor in.

Biryar hat dayîn ku li ser wan keviran lêkolînên berfireh bên kirin.

“Tê texmînkirin meteor bin”

Dolek diyar kir ku ew dikare bi çend rêbazan xwe bigihîne encaman û got:

“Tê texmînkirin ku ev kevir meteor bin çimkî van deman gelek meteor dikevin. Piştî lêkolînên berfireh em dikarin biryareke teqez bidin.

Me hinek lêkolînên hêsan kirin lê belê em dê nimûneyên biçûk bigirin û li laboratuara jeolojiyê li ser wan lêkolînan bikin. Bi vî rengî em dê xwe bigihînin encamên safîtir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst