Hewlêr (Rûdaw) - Li Deşta Şemamkê ya Parêzgeha Hewlêrê ve du parçeyên dronan ên ku ketin xwarê hatin dîtin.
Îro çavkaniyeke ewlehiyê ji Rûdawê re ragihand ku du perçeyên dronan li Deşta Şemamkê ketine xwarê.
Heman çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku hêzên ewlehiyê gihîştine cihê bûyerê û wan dest bi komkirina parçeyan kiriye.
Welatiyekî ji Deşta Şemamkê jî ji Rûdawê re got, yek ji parçeyan li nêzîkî gundê Sorbêşê û yê din jî li nêzîkî bajarokê Pîrdawidê ketiye xwarê.
Çavkaniyekê ji hikûmetê jî ji Rûdawê re got, "Dibe ku dron li cihekî din têk çûbe û parçeyên wê li wir ketibin xwarê."
Çavkaniyê her wiha diyar kir ku ji ber ketina wan perçeyan ti ziyan çênebûye.
Li aliyê din, helîkopter jî di ser gund re difirin û rewşê dişopînin.
#VÎDEO - Ev der gundê Pîrdawidê yê Hewlêrê ye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 17, 2025
🛑 Şêniyên gund ev dîmen ji Rûdawê re şandine û dibêjin ku dronek hatiye xistin
🛑 Helîkopterek jî di ser gund re difire û rewşê dişopîne #Israel #Iran #iranisraelwar #Tahran #طهران #TelAviv #Haifa #تل_أبيب pic.twitter.com/xzAvcXq39V
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse