AMED - Kurmanc li MED-DERê fêrî Kirmanckî dibin

17-07-2025
Maşallah Dekak
Maşallah Dekak
Xwendekarên MED -DERê \ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Xwendekarên MED -DERê \ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kurmancî Kirmanckî/Zazakî MED - DER
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman (MED-DER) a Amedê, eleqeya ji bo kursên zimanê Kurdî yên zaravayên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) di betlaneya havînê de jî kêm nabe.

Di kursên ku ji 5 astan pêk tên de, hejmara xwendekarên jin ji ya mêran zêdetir e û hinek Kurmanc ji bo fêrbûna Kirmanckî beşdarî dersan dibin.

Hevserokê MED-DERê Remzî Azîzoglu diyar kir ku di salê de 4 serdemên wan ên kursan hene û her serdemek 3 mehan berdewam dike.

Azîzoglu got, “Em ji asta destpêkê heta asta mamostetiyê hem bi Kurmancî hem jî bi Kirmanckî kursan didin. Kursên me hem bi awayê online hem jî rû bi rû ne.”

Yek ji xalên balkêş ên li navenda MED-DERê ew e ku gelek Kurdên Kurmanc ji bo fêrbûna zaravayê Kirmanckî beşdarî kursan dibin.

Ronya Çelîkbîlek yek ji wan xwendekaran e û ew daxwaza xwe ya fêrbûna Kirmanckî wiha tîne zimên:

“Ez bi xwe Kurmanc im û di jiyana xwe ya asayî de bi Kurmancî diaxivim. Ez hatime ku zaravayê Kirmanckî hîn bibim.

Ji bo ku Kurmancî çi xebatê em dikin, divê em ji bo Kirmanckî jî bikin. Ji bo jiyaneke pirzaravayî divê em hemû zaravayan hîn bibin.”

Jin pêşengiya fêrbûna zimanê xwe dikin

Di kursan de hejmara xwendekarên jin ji ya mêran zêdetir e. Mamosteyê Kurdî Mihemed Olmez balê dikişîne ser vê yekê û got, “Hemû kursên ku em li vir û li saziyên din didin piranî ji jinan pêk tên.

Jin zêdetir beşdar dibin. Helbet ev me kêfxweş dike, çimkî jin diçe mala xwe û zarokan jî fêr dike. Wisa belavtir dibe.”

Xwendekarên din jî armanca xwe ya hevpar wekî parastina zimanê xwe û veguhastina wî ji nifşên nû re destnîşan dikin.

Xwendekarê bi navê Orhan Kaya jî got, “Ew hinekî bi Kurmancî dizanin em jî bi Kirmanckî nizanin. Me jî got jî dê herin Kirmanckî hîn bibin.

Xwendekara bi navê Mulkiye Ongulayê got, “Em dixwazin zarokên me ziman zanibin. Ji bo paşeroja zarokên xwe, ji bo ku zarokên me bi zimanê xwe rabin em tên hîn dibin.”

Tevî ku dibistan di betlaneya havînê de ne, xwendekar dev ji fêrbûna zimanê xwe bernadin û ev hewldan hêviya ji bo paşeroja zimanê Kurdî xurttir dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst