Amed (Rûdaw) - Di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de, li Parlamentoya Tirkiyeyê amadehiyên avakirina komîsyonekê tê kirin.
Armanca komîsyonê ew e ku çavdêriya pêvajoya çekdanîna PKKyê bike û parêzbendiyê ji şandeyan re misoger bike.
Partiyên Kurdistanî yên li derveyî parlamentoyê jî dixwazin ku di vê komîsyonê de cih bigirin da ku nêrînên xwe yên derbarê çareseriya Pirsgirêka Kurdan de rasterast bînin zimên.
Pêvajoya çareseriyê ku bi hevdîtinên Îmraliyê dest pê kir û bi merasîma şewitandina çekan gihîşt qonaxeke nû, niha bi avakirina vê komîsyonê teşeyekî fermîtir digire.
Li gorî agahiyan, partiyên ku komên wan di parlamentoyê de hene, wekî AK Partî, MHP û DEM Partî, dê karibin di komîsyonê de cih bigirin.
Lê partiyên Kurdî yên li derveyî parlamentoyê jî dixwazin bibin beşek ji vê pêvajoyê.
Bozyel: Em dikarin asoyeke nû ji bo çareseriyê peyda bikin
Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel diyar kir ku ew amade ne di komîsyonê de roleke erênî bilîzin û got:
“Eger em behsa meseleya Kurd dikin, eger em behsa destûreke nû dikin, bi meseleya Kurd ve girêdayî em wekî Partiya Sosyalîst a Kurdistanê amade ne di wir de cih bigrin.
Em dê roleke erênî jî bilîzin. Fikrên ku bi awayeke teng li meseleya Kurd dinêrin, em dikarin wan fikran biguherînin. Em dikarin asoyeke din peyda bikin.”
Her wiha Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDK-T) jî dixwaze wekî aktorekî siyasî di komîsyonê de be.
Endamê Meclisa Partiyê yê PDK-Tyê Ozan Kardaş li ser mijarê got:
“Bi rastî em dixwazin bikevin vê komîsyonê. Ji bo meseleya Kurd û Kurdistanê gotinên me hene.
Em dixwazin di welatê xwe de xwe bi rê ve bibin. Ji bo wê çi pêkan be, em dikarin di komîsyonê de van nêrînan jî bînin ziman.”
Hêj nehatiye zelalkirin ku komîsyona parlamentoyê dê ji kîjan partiyan û çend kesan pêk were, her wiha naverok û sînorên erkên wê dê çi bin.
Biryar e, sibe Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş li ser avakirina komîsyonê bi partiyên siyasî re bicive.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse