Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyamekê de bi germî pêşwazî li rezamendiya Encûmena Wezîran a Îraqê ya li ser lihevkirina di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê de kir.
Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser pirsgirêka meaşan li hev kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand:
“Piştî ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo berjewendî û kêmkirina zexta li ser xelkê Kurdistanê, her cure nermî nîşan da û pêbendiyên xwe bi temamî bi cih anî û piştî hewl û gotûbêjan, îro Encûmena Wezîran a Federal jî li ser lihevkirina di navbera her du hikûmetan de rezamendî da.”
Mesrûr Barzanî spasiya xweragiriya xelkê Kurdistanê kir û got:
“Ez gelekî spasdarê xweragirî û bêhnfirehiya xelkê Kurdistanê me.
Her wiha ez spasiya keda her kes û aliyên ku ji bo çareserkirina pirsgirêka meaşan hewl dane û berdewam hevkar û piştgirê me bûne, dikim.”
Serokwezîr di beşeke din a peyama xwe de hêvî xwest ku “meaş û mafên darayî yên ku mafekî rewa yê xelkê Kurdistanê ye, êdî nekevin nav ti pirsgirêk û nakokiyan û em di çarçoveya destûrê û bi rêzgirtina li rêkeftinan, pirsgirêk werin çareserkirin.”
Mesrûr Barzanî derbarê êrişên dronan ên li Herêma Kurdistanê xwest ku dawî li wan êrişan were û û ji hikûmeta federal xwest ku “di dîtina wan kesên têkder de hevkar be û li dijî wan rêkarên yasayî werin girtin”.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse