Li Hewlêrê qezaya trafîkê: 2 mirî û 3 birîndar hene

17-11-2023
RÛDAW
Nîşan Hewlêr Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Hewlêrê, otomobîlek qulibî û di encamê de 2 kesan canê xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên Rêveberiya Trafîkê ya Hewlêrê, li ser rêya Hewlêr-Dihokê, nêzîkî gundê Şaxolanê otomobîlek qulibiye.

Rêveberiya Trafîkê ya Hewlêrê sedema qezayê bi van gotinan eşkere kir:

“Ji ber leza zêde û şilbûna rê ya ji ber ava baranê şofêr kontrola xwe ji dest da, di encamê de otomobîl qulibî.”

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, par 3 hezar û 706 qezayên trafîkê qewimîne û ji van 773 qezayan ên qulibîna otomobîlan bûn.

Di encama van qezayan de bi giştî 445 kes mirin û 7 hezar û 250 kes jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst