Tom Barrack û Ehmed Şer civiyan

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Ehmed Şer Tom Barrack
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack civiyan.

Serokkomariya Sûriyeyê derbarê naveroka civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê, Ehmed Şer îro li Şamê bi amadebûna Wezîrê Karên Derve û Koçberan Eshed Hesen Şeybanî, pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tom Barrack kir.

"Tekezî li ser yekparçeyiya Sûriyeyê hat kirin"

Ehmed Şer di hevdîtinê de tekezî li ser yekparçeyiya Sûriyeyê û serweriya wê ya li ser hemû axa welêt kir.

Şer her wiha amaje bi girîngiya diyaloga di vê qonaxa niha de û avakirina Sûriyeyê bi beşdariya hemû Sûriyeyiyan kir û got:

"Divê Sûriye bi beşdariya hemû Sûriyeyiyan were avakirin."

Di civînê de behsa berdewamiya hevahengiya hewldanên ji bo têkoşîna li dijî terorê jî hat kirin.

Her wiha rêyên bihêzkirina hevkariya aborî ya di navbera Sûriye û Amerîkayê de û bipêşketinên dawî yên li herêmê mijarên din ên civînê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst