Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê di du nameyên cuda de çend daxwaz ji Encûmena Asayişa Netewên Yekgirtî kir ku ya herî sereke alîkariya Netewên Yekgirtî di rêkxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de ye. Di civîna Encûmena Asayişa Navdewletî de nûnerê Iraqê jî piştgiriya xwe bo wê daxwaza Nêçîrvan Barzanî nîşan da û li gor zanyariyên Rûdawê, ev daxwaz tê qebûlkirin.
Mecîd Nizamedîn Gilî, edîtorê dîplomasî yê Tora Medyayî ya Rûdawê li New Yorkê îro Çarşembê ragihand, “Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daxwazên xwe di du nameyan de ji Encûmena Asayişa Netewên Yekgirtî re şandine û yek ji daxwazên wî yên sereke ev bûye ku Netewên Yekgirtî alîkar be di rêkxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de ku biryar e di Cotmeha îsal de bihê sazkirin.”
Li gor zanyariyên Rûdawê, û weke ku Mecîd Nizamedîn Gilî dibêje, “daxwaza Nêçîrvan Barzanî dê ji aliyê Encûmena Asayişa Navdewletî ve bihê pesendkirin û Netewên Yekgirtî dê alîkar be di rêkxistina hilbijartinan de.”
Di dawiya meha Sibata îsal de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî fermana herêmî ya ji bo destnîşankirina roja hilbijartinên giştî yên Parlamentoya Herêma Kurdistan-Iraqê îmze kiribû û biryar dabû ku di 1ê Cotmeha 2022 (01-10-2022) de hilbijartin were lidarxistin.
Edîtorê dîplomasî yê Tora Medyayî ya Rûdawê diyar kir, ji bilî vê daxwazê, hejmarek daxwazên din ên siyasî jî di nameyan de hatine kirin ku piraniya wan tên pêkanîn.
Roja Sêşembê 17ê Gulana 2022 Encûmena Asayişa Navdewletî ya Netewên Yekgirtî civîna xwe ya asayî ya derbarê Iraqê de lidarxist û Nûnera Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert têde gotarek pêşkêş kir û herî zêde di gotara xwe de behsa rewşa Herêma Kurdistanê kir.
Plasschaert di beşeke gotara xwe de ragihand, “pêwîst e perçebûna navçeyên Kesk û Zer (li Herêma Kurdistanê) bi dawî bibe.”
Nûnera Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê herwiha behsa nebûna yekrêziyê di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê de kir û got, “zirarên nebûna yekdengiyê li Herêma Kurdistanê hebûne.”
Derbarê êrîşên mûşekî yên ser Hewlêrê jî, Plasschaert dilgiranî û fikarên xwe nîşan da û got, “Îranê ti belgeyek ji bo tohmetên xwe nedît” û cihê ku hatiye armanckirin, cihekî sivîl bûye.
Her di heman civînê de, Nûnerê Iraqê yê li Netewên Yekgirtî Mihemed Hisên axivî û bi fermî piştevaniya daxwaza Nêçîrvan Barzanî ya derbarê rêkxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse