Hevserokê Şaredariya DEM Partiyê îstifa kir

18-06-2025
RÛDAW
Nîşan Rêya Armûşê Wan DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Şaredariya navçeya Rêya Armûşê ya parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê Cevdet Altindag ji ber nexweşiyeke giran ji erkê xwe îstifa kir.

Hevserokê Şaredariya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Cevdet Altindag roja Sêşemê di daxuyaniyekê de ragihand ku piştî hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an “nexweşiyeke giran”  bi wî re çêbûye û ew ji ber wê nexweşiyê nikare erkê xwe bi rê ve bibe û ji ber wê îstifa kiriye.

Desteya Birêvebiriyên Xwecihî yên Demokratîk a DEM Partiyê jî derbarê mijarê daxuyaniyek belav kir û da zanîn ku wan îstifaya Altindag qebûl kiriye.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê hatiye dayîn ku hevserokên wan ên Şaredariya Rêya Armûşê Cevdet Altindag û Canan Uzunayê piştî hilbijartinan, tevî ku şaredarî di rewşeke xirab de wegirtibûn jî, bi hewldaneke mezin xebitîne.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Mixabin di pêvajoya borî de hevserokê me yê şaredariyê Cevdet Altindag bi pirsgirêkên tenduristiyê re rûbirû ma û ji ber vê yekê tedawî dît.

Li gorî nirxandina diktoran, pêvajoya tedawiya wî dê demeke dirêj bidome û pêwîst e di vê demê de bêhna xwe vede.”

Desteya Birêvebiriyên Xwecihî yên Demokratîk a DEM Partiyê di daxuyaniyê de destnîşan kir ku dê hevşaredarekî nû li şûna Altindag were hilbijartin û got:

 “Pêvajoya diyarkirina hevserokê nû dê li gorî madeyên pêwendîdar ên Yasaya Şaredariyan a bi hejmara 5393 ji aliyê encûmena şaredariyê ve were birêvebirin.”

DEM Partiyê di dawiya daxuyaniya xwe de ji Altindag re şîfa xwest û anî ziman:

“Em bawer dikin ku ew dê di demeke herî kurt de bi saxî û silametî vegere û ji cihê ku lê maye têkoşîna xwe ya aştî û demokrasiyê bidomîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst