Trump: Îhtimaleke mezin heye ku em şer biqedînin

18-08-2025
RÛDAW
Nîşan Donald Trump Volodymyr Zelenskyy Şerê Rûsya û Ukraynayê Yekîtiya Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump, îşev li Koşka Spî Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy pêşwazî kir.

Donald Trump ragihand ku îhtimaleke mezin heye ku ew bigihêjin aştiyê. Zelenskyy jî beriya hevdîtinê tekez kir ku ew ji bo "agirbesteke rastîn" amade ne.

Trump, di dema pêşwazîkirina Zelenskyy de ji rojnamegeran re axivî û da zanîn ku hevdîtina bi Zelenskyy û serokwezîr û serkirdeyên Ewropayê re "ne dawiya rêyê ye."

Donald Trump got, "Em dê civînekê bikin. Ez difikirim ku dê îro her tişt baş biçe, em dê hewl bidin û dema me ev yek kir, dê derfeta me hebe ku em şer biqedînin."

Li ser pirsa “Dê leşkerên Amerîkayê wekî hêzeke aştiyê biçin Ukraynayê?” Trump got, "Em dê bi Ukrayna û Rûsyayê re bixebitin. Em dê bi her kesî re bixebitin û eger aştî hebe, em dê wisa bikin ku aştî demdirêj be."

Serokê Amerîkayê destnîşan kir ku "ji bo aştiyeke demdirêj ti gumana wî nîne" û derbarê garantiyên ewlehiyê yên ji bo Ukraynayê jî wiha got: "Dê di warê ewlehiyê de gelek alîkarî hebe û dê gelekî baş be.

Ew (Ewropa) xeta yekem a parastinê ne ji ber ku ew li wir in lê em dê alîkariya wan jî bikin. Em jî dê tevlî wan bibin."

Trump her wiha da zanîn ku armanca wî di dan û standinan de ne tenê agirbest e lê belê "rasterast gihîştina peymaneke aştiyê" ye.

Zelenskyy: Em ji bo agirbesteke rastîn amade ne

Li aliyê din, Serokê Ukraynayê beriya hevdîtina bi Trump re li Balyozxaneya Ukraynayê ya Washingtonê bi hinek serokwezîr û serkirdeyên Ewropayî re civiya.

Piştî civînê, Zelenskyy li ser hesabê xwe Xê got, "Ukrayna, ji bo agirbesteke rastîn û avakirina mîmariyeke nû ya ewlehiyê amade ye û pêdiviya me bi aştiyê heye."

Zelenskyy destnîşan kir ku divê li benda wê yekê nemînin ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi dilê xwe dev ji êrişkariyê berde û tekez kir ku pêdivî bi zexteke hevpar a Amerîka, Ewropa û hemû aliyên din heye.

Serokê Ukraynayê di civîna bi serokwezîr û serkirdeyên Ewropayê re wan helwesta xwe kiriye yek.

Zelenskyy bi Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ursula von der Leyen, Serokkomarê Fînlandiyayê Alexander Stubb, Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte, Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer û Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloni re civiyabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst